
Rojnamevanê Fransî Yann Renault ji bo şopandina şer û pevçûnan çûbû Şengalê. Çavdêriyên xwe jî ji çapemeniya Ewrupayê re ragihandin. Renault diyar kir ku hinek pêşmerge ligel gerîllayên HPG û şervanên YBŞ’ê tevlî şerê rizgarkirina Şengalê dibin û hinek jî hê li benda fermanê ne. Yann Renault diyar kir ku ger alîkariya çekan ji gerîllayan re bê şandin û pêşmerge tevlî şer bibin, wê di demekî nêzîk de Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar bikin. Rojnamevan Yann Renault derbarê çavdêriyên xwe ji ajansa RojNewsê re axivî.
Te li Şengalê çi dît rewş şawa bû?
Tişta li Şengalê zêde bala min kişand çalakiyên gerîlayên HPG´ê bû. Herwiha çalakiyên şervanên YPG û YBŞ´ê bûn. Ev hêzana bi baweriyekî pir xort, bi mandîbûnekî zêde û berxwedanekî zehmet şer li dijî terorîstên DAIŞ’ê dikin. Min dît ku ev hêzên leşkerî tevî hemû zehmetiyan, hê jî bi rihekî fedayî û ji bo bikarin Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ’ê rizgar bikin û Êzîdî vegerin ser mal û halên xwe û aramî ji bo navçeyê vegere, di nava berxwedanekî bê hempa de ne.
Gêrîlla taktîkên çawa pêş dixe?
Ev hêzana şerekî pir zehmet û bê hempa lidardixin. Bi baweriya min ev yek li van navçeyan berê qet nehatiye dîtin. Hemû jî şervanên pispor in. Tişta min dît, taktîkên pir şareza di şerê li dijî DAIŞ’ê de bikartînin. Heta niha serkeftîne û ber bi pêş ve diçin. Armanca wan a stratejîk bi yekcarî rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ û terorîzmê ye. Di rastiya xwe de berî biçim Şengalê û tişta min di çapemeniyê de di bihîst, min wisa dizanî ku Şengal ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Lê dema ez gihiştim wê, ne wisa bû. Şerê kolan bi kolan heye, terorîstan Şengalê bi temamî wêran kirine. Raste çend cih hatine paqijkirin û gerîllayên HPG’ê karîne gelek navçeyan rizgar bikin, lê rewşa di nava bajêr de cûda ye. Tişta li çiya hatî kirin, gerîlayan karîne metirsiya komkujiyeke din ji holê rabikin.
Tu çûyî deverên şer jî?
Dema mirov digihe nava Şengalê, hêzên şer dikin gelek nêzî hevin û li hemû cihan şer heye. Gerîllayên ku ez ligel wan bûm, pir nêzîk li dijî DAIŞ’ê şer dikirin û heta hinek caran li nêzîk me guhdariya dengê DAIŞ’ê dikir. Lê pêngava paqijkirina Şengalê heta niha hêdî dimeşe, ev jî ji bo wê vedigere ku DAIŞ’ê çend nîşangir danîne. Şerê bi qernasan pêngava rizgarkirina gelek navçeyên nava Şengalê zehmet kiriye. Hêzên pêşmergeyan dû beşin. Bi rastî heta niha ne eşkereye stratejiya pêşmergeyan li Şengalê çiye. Beşek ligel gêrîllayên HPG, şervanên YBŞ û YPG’ê ne û beşek jî ligel hev li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Lê piraniya yên din li piştê li benda fermanê ne û ji bo biçin nava şer. Ango beşeke pêşmergeyan şer dike û beşek jî nake. Ji xwe ger pêşmerge hemû biçin nava şer, wê demê dibe ku bandorek li ser şer çêbibe û hevsengiya hêzê biguherînin. Lê wekî min got, stratejiya pêşmergeyan bi temamî li Şengalê ne zelale.
Têkiliya Êzîdiyan û pêşmergeyan çawa ye?
Bi hezaran penaberên Êzîdî li ser çiyayê Şengalê mane. Êzîdiyan biryar girtine ku çiyayê Şengalê bi ti awayî bernedin û parastina heyî berdewam bikin. Gerîlla û şervan pêşengtiyê dikin. Êzîdiyan gelek spasiya HPG û YPG’ê dikirin ku tenê wan ew diparastin. Gelek Êzîdî tevlî YBŞ’ê bûne û niha tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê bûne. Di heman demê de ev Êzîdî dixwazin pêşmerge jî wekî gerîlla beşdarî şer bibin. Di rastiya xwe de Êzîdiyên li çiyayê Şengalê pir keyfxweş dibin ku hêzên pêşmergeyan bikarin wekî HPG, YPG û YBŞ’ê biryara tevlîbûna rizgarkirina Şengalê bibin. Lê ev yek jî heye, ji pêşmergeyan pir acizin û ji ber ku bêyî parastina wan bikin, di dema hatina DAIŞ’ê ya ji bo Şengalê de ew bi cî hiştin. Çi kesê Êzîdî yê min li çiyayê Şengalê dîtî û gihiştim wan, hemûyan bi acizî di gotin pêşmerge em bi cî hiştin. Herwiha bi taybetî ji PDK aciz in. Di gotin ew naxwazin carekî din hêzên PDK’ê Şengalê birêve bibin an jî her hêzekî din a siyasî. Belkî di gotin Êzîdî bi xwe rêveberiya Şengalê bikin û tenê di destê Êzîdiyan bi xwe de bimîne.
Pêwîstî bi çi heye, alîkarî dihat?
Di warê pêdiviyên mirovî û çekan de, kêm alîkariya Êzîdiyan hatiye kirin. Pêwîstiya wan bi çek, teqemenî û alîkariyê mirovî heye. Di vê zivistana sar de jiyana li ser çiyan pir zehmete. Ji bilî HPG û YPG’ê ti hêzekê heta niha çek û alîkarî nedaye Êzîdiyan. Yên hene jî HPG’ê dane, ji ber ku HPG’ê perwerdeya leşkerî û çek ligel wan kiriye. Hêzên YBŞ’ê niha ligel HPG’ê şerê DAIŞ’ê dikin û ji bo Şengalê rizgar bikin. Bila ji bîra me neçe pêwîstiya HPG’ê bi xwe bi çekan heye. Lewra divê Êzîdî bên çekdarkirin, ji ber bi rastî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê pêwîstiya wan bi çekan heye. Ji bo bibin beşek ji taktîka pispor a HPG û Şengalê bi temamî ji destê terorîstên DAIŞ’ê rizgar bikin.
Gelo wê Şengal azad bibe?
Bi baweriya min ger wekî niha be, wê rizgarkirina Şengalê demek din dirêj bike. Ev jî ji ber wê yekê ye ku divê çek û pêdiviyên din bidin Êzîdiyan. Heta niha ji bilî alîkariya HPG’ê, ti alîkariyek din ji bo wan nehatiye. Pêşmerge jî xwe yekalî nekirine, bi temamî wê tevlî şer bibin an na. Ger pêşmerge bi stratejiyekî zelal tevlî şer bibin û çek bidin Êzîdiyan, wê di demekî nêzîk de Şengalê rizgar bikin. Ger rewş bi vî awayî bimîne, ti alîkariya Êzîdiyan neyê kirin, tenê HPG, YPG û çend pêşmerge şer bikin, bê gûman ev pêngav wê dirêj bike. Gerîla bi moral û baweriyeke zêde şerê rizgarkirina Şengalê dikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ