Bîranîn li mala Mazlûm Goyî bi beşdariya gelê wargehê pêk hat. Di bîranînê de destpêkê ji aliyê Serokê Şaxa Tevgera Îslamî ya Kurdistana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Mele Tofîq ve mewlûd hat xwendin. Piştî xwendina mewlûdê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar axivî. Sîdar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya şehîdbûnê û destnîşan kir kuşehîd fermana rêk û pêkkirina kesayet û jiyanê li me dikin. Mamoste Sofî Sîdar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro bi boneya şehadeta Fermandar û gerîllayê PKK’ê Mazlûm Goyî em kom bûne. Pêwîste em her dem li gorî xeta Şehîd û Rêberêxwebimeşin. Bi saya şehîdên Kurdistan em bûn xwedî dest ketî.”

Heta dawiyê têkoşîn


Mamoste Sofî derbarê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin jî wiha axivî: “Ji bo me ya esas gotinên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ne. Heta dawiyê em li pey Rêberê xwe ne.”
Piştî Mamoste Sofî Sîdar Dayika Mazlûm Goyî axivî û got, “Ez bi Mazlûm serbilind im. Mazlûm li ser soza ku dabû gelê xwe heta dawiyê bi awayekî ku layiqê Rêber û gelê xwe be jiya û têkoşîn kir.” Her du birayên Mazlûm Goyî Newzet û Welat Kîlîm kurt be jî nêrînên xwe anîn ziman û gotin ji bo em birayên Şehîd Mazlûm in em rûmetdar in. Di heman demê de wezîfe û berpirsiyariya li gorî armanca wan jiyan jî ji me têxwestin.”

Piştî axaftinan, girseyê dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” gotin. Her wiha sînevîzyona ku jiyana fermandar Mazlûm Goyî vedigot hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi xwarina mewlûdê bi dawî bû


DÎHA/MEXMÛR