17 cenaze ketin destê gerîlayan
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin: “Li dijî dewleta Tirk ku li Kurdistanê her cure faşîzmê pêk tîne û hewl dide dagirkeriya xwe ya leşkerî berbelav bike çalakiyên hêzên me yên gerîla ên bibandor û êrîşên bersivdanê berdewam in. Rêya leşkerî ya di navbera Şirnex û Wanê de bi vê çarçoveyê hatiye hedefgirtin.
Ji bo bîranîna hevrêyê me Bahoz Arya (Adil Brûkîmîlan) û hevalên ku pê re şehîd bûyîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de, 26’ê Îlonê ji hêla hêzên me yên gerîla ve operasyoneke şoreşgerî bi ser yekîneyên leşkeran ve hatiye kirin.
Bi ser sirtekî çiyê ve ku di navbera Çelê Nimêja û tûmena Şirnexê de dimîne, saet 14.10’an bi çekên RPG-7 û bombeyên destan ji 2 baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me çeperên li vê derê yek bi yek îmha kirine û hemû çeper bi dest xistine. Hêzên me yên ku bi fedaî bi ser wan de diçûn li van çeperan 17 cenazeyên leşkeran dîtine, dest li ser 5 çekên HK-33, 1 BKC, 1 bombeavêj, 2 dûrbînên termal û 1 dûrbîna bi roj danîne. Her wiha di vê çalakiyê de bi derbên serkeftî gelek çek hatine îmhakirin û parçekirin.
Bi vê çalakiyê re hevdem, hêzên me bi hawanan li tabûra Çelê Nimêja xistine û gelek hawan li tabûrê ketine. Dîsa gelek mekînên kar ên li vê şantiyê derb xwarine û gelek mekîne êdî bûne qerqot ku nema dikarin bixebitin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi tofelaqî bi hawanan li derdorê reşandine. Hat ragihandin ku berêvarî gelek ambûlans, wesayitên zirxî û sivîl leşkerên mirî û birîndar rakirin. Di vê Operasyona Şoreşgerî de hevrêyek me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.
26’ê Îlonê saet 17.00’an li di navbera gundên Kanîspî û Taxikê ya li qada Serêlbakê ya girêdayî Elbak a Wanê, dema ku yekîniyeke kontra bi leşkeran re di nav tevgerê de bûn, ketin bin kontrola hêzên me. Hêzên me li gel ku hişyarî da yekîneya kontra jî nesekinîne. Ji bo vê jî gerîlayên me bi çekên ferdî li kontra xistine. Li vir yek jê bi giranî 3 kontra birîndar bûn. Piştî çalakiyê cerdevanên gundê Kanîspî hatine qadê, wesayita kontra hiştine û çûne. Hêzên me dest li ser vê wesayitê danîne. Helîkoptêreke Skorsky ku ji qereqola Kanîspî hatî birîndar rakirine.
Li Dêrikê 8 leşker hatin kuştin
26’ê Îlonê saet 09.00’an bi ser wesayiteke leşkerî ya transîtê ya girêdayî artêşa Tirk dema ku di ser rêya Dêrika Mêrdînê de diçû çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Ji 11 leşkerên ku di wesayitê de bûn 8 leşker mirin 1 jê berbaz e, 3 jê bi giranî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar rakirin nexweşxaneya Mêrdînê û Qoserê. Ev çalakî ji hêla tîma Tolhildêr a Şehît Kurtay ve ji bo bîranîna şehîdên Şemrexê hatiye lidarxistin.”
Li dijî operasyonê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê têkildarî çalakiyan ev detay pervekirin: “23’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Peşî Kevir ê girêdayî Licê dest bi operasyonekî berfireh kirin. Detayên vê operasyonê wiha ne;
23’ê Îlonê yekîneyên operasyonê bendera Entaq û dever bi giştî hate girtin, leşkerên ku li gundê Kerwas û Licok ên ku xwestin ku bi cih bibin ketin bi konrtola gerîlayên me de. 24’ê Îlonê di saet 06:00’an de li ser vê yekîneya ku hate kontrolkirin çalakiyeke dizî ji 2 baskan ve hate lidarxistin. Di encama lêxistineke xurt de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê yekîneyên ku bi neçarî li gir hatibûn bicihkirin, di saet 08:15’an de şer derket. Di vî şerî de gerîlayê me yê bi navê Armanc Xaçek şehîd ket. Artêşa Tirk bi 6 sedeyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.
Li cihê şer û çalakiyê helîkoptera Kobra 4 caran cihê şer bombe kir û helîkopterên Skorsky jî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin. Di vê operasyona ku dewletê dixwest gelek encaman bi dest bixe, li gel gelek windahiyan bi neçarî dawî li operasyonê anîn û vekişiyan.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakiyên gerlayên YJA Starê de jî li qereqola Gasa 2 esker hatine kuştin. n NAVENDA NÛÇEYAN