
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji Al Monîtorê bersiv da pirsên Kemal Chomanî.
Bayik di destpêka axaftina xwe de bersiv da pirsa li ser derxistina gotina ‘Rojava’ ji nava navê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk. Bayik destnîşan kir ku derxistina gotina ‘Rojava’ ji nava navê Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, ne şaş e. Ji ber ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê ne tenê ji Rojava pêk tê. Bayik weke mînak jî bibîr xist du di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de gelek bajarên Ereban jî hene. Mînak; Şedadê, Hol û gelek bajar û bajarokên din pêk tên. Bayik ev mijar wiha şîrove kir: “Ev yek nayê wê wateyê ku Rojava ji wir hatiye derxistin, ya jî hebûna Rojava tê înkarkirin. Rojava di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de cih digire. Di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de wê kantonên li Rojavayê Kurdistanê ji xwe xweser bin. Yanî wê Rojavayeke xweser a demokratîk hebe. Wê xwedî rêveberiyeke xweser be, xwedî xweseriyeke demokratîk be.”
Nêzîkatiya DY’yê li Tevgera azadiyê
Têkildarî nêzîkatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka li Tevgera Azadiyê ya Kurd de Bayik bibîr xist, ku şerê li dijî DAIŞ’ê, mîna Şerê Duyemîn ê Cîhanê, gelek hêzên dijberên hev aniye cem hev. Bayik diyar kir, dema ew helwesta DYE ya li dijî DAIŞ‘ê û helwesta PKK’ê tîne beramberî hev, tê dîtin, ku dijberiyeke gelekî dijwar a DYE ya mîna berê nîne û got, “Lê belê hê jî di şerê dijî PKK’ê de destekê dide dewleta Tirk. Navê PKK’ê di nava lîsteya rêxistinên terorê de digire. Zexta ‘têkiliya xwe bi PKK’ê re bibire’ li Şoreşgerên Rojava dike û bi rêya vê zextê hewl dide Şoreşgerên Rojava ji xeta Rêbertî vegire. Ji vî alî ve mirov dikarin bêjin ku têkoşîneke îdeolojîk-siyasî û şerekî psîkolojîk dimeşîne.”
Bingehê lihevkirina Sûriyeyê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku di warê polîtîk û leşkerî ve yekane hêza li ser mijara Sûriyeyê xwedî proje ye, Kurd in û wiha pê de çû: “Li derveyî Kurdan, hêzeke din a herêmî ne xwedî projeyeke siyasî ya hevgirtî ye, ne jî bingeheke xwe ya civakî heye. Hebûna Kurdan, hebûna YPG’ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û hebûna Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, yekane sparteyek e ku her hêza aştî û aramiyê li Sûriyeyê dixwaze, xwe bispêrê. Lewma DYA jî neçar dimîne bi vê hêzê re têkiliyê deyne. Sûriye jî neçar dimîne bi vê hêzê re têkiliyê deyne. Eger di navbera rejîma Sûriyeyê û mûxalefetê de lihevkirinek çêbibe, yên ku zemîna vê lihevkirinê bafirînin, dîsa Kurd in. Eger di navbera DYA û Rûsyayê de li ser avaikrina Sûriyeyeke nû lihevkirinek bê kirin, zemînê vê lihevkirinê jî wê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk û feraseta wê ya siyasî be. Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, yekane girava aramiyê ye li Rojhilata Navîn.“
Bayik destnîşan kir, ku her kes dixwaze bi Şoreşa Rojava re, bi Kurdan re têkiliyê deyne û bi vî awayî polîtîkaya xwe ya nû ya Sûriyeyê diyar bike.
Daxwaziya ji Rêveberiya Trump
Ji bo pirsa, “Bendewariya we ji rêveberiya Donald Trûmp çi ye?” Bayik wiha axivî: “Bendewariya me ji rêveberiya Trûmp ew e, ku li ser navê gelê DYA, li ser navê rêveberiya DYA, destekê nede qirkirina Kurdan. Serî li ber polîtîkayên dewleta Tirka ji bo qirkirina Kurdan netewîne. Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi DYA re dijî, bi nêzîkatiya li Kurdan re eleqedar e. Ji ber vê yekê, bi dîtina me divê zext û ferzên dewleta Tirk qebûl neke. Naxwe wê bibe hevparê sûcê li dijî mirovahiyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê rêveberiya Trûmp nebhe hevpar ji sûcekî bi vî rengî re.”
Bayik bibîr xist, gava DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û xwest Êzîdiyan ji holê rake, yên pêşî li vê qirkirinê girtin gerîlayên HPG/YJA Starê bûn û got, “Lazim e her kes vê rastiyê bibîne. Bendewariya me ji rêveberiya Trûmp ji vî alî ve ew e, ku têkoşîna gelê Kurd ê mezlûm bibîne û bi rengekî rast nêzî vê têkoşînê bibe. Pêwîste rastiya Tirkiyeyê jî bibînin, ku bi desteka DYA, Ewropa û Îsraîlê re li dijî têkoşîna gelê Kurd ê mezlûm, li dijî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd şer dike. Lewma divê destekeke siyasî, leşkerî û aborî pêşkêşî dewleteke bi vî rengî nekin. Rêberê me bi desteka rêveberiya Amerîka dîl hate girtin û li Îmraliyê êsîr e. Weke telafiya vî sûcî, divê rêveberiya DYA ya nû destekê nede polîtîkayên mêtînger qirker ên dewleta Tirk.”
Hevalbendên herî baş PDK-Tirkiye
Li ser êrîşa komên çekdar ên PDK’ê û gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, Bayik ev nirxandin kir:
“Mirov dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; Hevalbendê herî baş ê niha yê PDK’ê Tirkiye ye, hevalbendê herî baş ê Tirkiyeyê jî PDK ye. Dewleta Tirk, dema li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, piştgiriyê ji PDK’ê digire. Pêwîste partiyeke Kurd têkiliya xwe bi dewleteke bi vî rengî re di ber çavan re derbas bike. Lê belê PDK li şûna ku vê bike, bi dewleta Tirk re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd helwesteke hevpar nîşan dide. Vê yekê ne tenê li Şengalê dike, li Rojava jî dike, li Bakur jî dike. Pêwîste PDK di mijara Şengalê de rexnedayîna xwe bide û nêzîkatiyeke polîtîk a rast nîşan bide. Êdî nepêkan e ku Şengal li serdema beriya 3’ê Tebaxa 2014’an vegere. Lazim e Şengalî xwe bi xwe bi rê ve bibin; xwedî hêza xwe ya parastinê bin. Me ji vê yekê re gotin; Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk. Me jê re got Xweseriya Demokratîk.”
Bayik bibîr xist, ku dema gerîla dest li Şengalê werdan, PDK lê tine bû, pêşmerge lê tine bû.
PKK erka dîrokî bi cih tîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha dewam kir: “Êzîdî parçeyê herî mezlûm ê Kurdan e, ku timî neheqî lê hatiye kirin. Berpirsyariyeke me li pêşberî Êzidiyan heye. Em weke cihekî taktîkî li wir nanêrin, em weke pirsgirêka hebûna îdeolojîk a PKK’ê dibînin. Weke berpirsyariya exlaqî û wijdanî dibînin. Eger PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li pêşberî Êzidiyan bi cih nîne, wê xwe înkar bike, wê xwe tine bike.”
Nîvê Hewlêrê vala kiribûn
Têkildarî rola PKK’ê ya ji bo parastina Başûrê Kurdistanê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha axivî: “Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, nîvê Hewlêrê vala bû. Gef li Kerkûkê jî hat xwarin. Gelê Silêmaniyê kete nava tirs û fikaran. Li ser banga gelê Silêmanî û Kerkûkê, gerîla çûn Kerkûkê. Çûyîna gerîla ber bi Kerkûkê ve, moral da gel. Çawa ku berxwedana gerîla ya li Mexmûrê moral da gel û pêşî li valabûna Hewlêrê girt, çûyîna Kerkûkê jî moraleke mezin da gelê Silêmanî. Pêşî li êrîşa DAIŞ‘ê ya li ser Kerkûkê hate girtin.
Hebûna gerîla li Kerkûkê, hebûna xweparastina gelê Başûrê Kurdistanê ye. Parçeyeke ji hêza din a xweparastinê ya Başûr e. Ji xwe li Kerkûkê bi pêşmergeyan re dimînin. Di êrîşa dijî Kerkûkê de bi hev re DAIŞ şikandin. Gelê Kerkûkê bi vê dizane. Heta zelalbûna rewşê li Rojhilata Navîn, Iraq û başûrê Kurdistanê, hêzên gerîla wê weke hêza xweparastinê ya gelê Kurd li Kerkûkê tevî pêşmergeyan bi erka xwe rabin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Li Başûr pirsgirêka demokratîkbûnê heye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir, di bingeha krîza siyasî, krîza aborî û hemû krîzên Başûrê Kurdistanê de, demokratîknebûn heye û ev tespît kir: “Ev yek krîza nebûna civaka demokratîk e. Krîza xwe nespartina civakê ye. Krîza wê feraseta rêveberiyê ye, ku partî xwedî rêveberiyeke navendî ye bi vî rengî civakê bi rê ve dibin. Bi dîtina me, divê civaka Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî ji jiyana demokratîk û azad, ji xeta Rêber Apo ya ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn sûdê werbigirin, di vê çarçoveyê e xwe biguherînin û çareseriyê ji krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê re bibîne. Nêzîkatiya me ya li rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê di vê çarçoveyê de ye.”
Tirkiye wê li Qendîlê bişike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di dewama hevpeyvînê de, gefên dewleta Tirk ên operasyoneke li dijî Qendîlê nirxand û got, “Mîna ku wê sibe operasyon bê kirin, mîna ku wê operasyoneke bi vî rengî neyê kirin, em xebatên xwe didomînin. Operasyoneke Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê wê bibe şikestina dewleta Tirk. Wê bibe nuqteyeke diyarker a şerê dawî. Em bi vî rengî dinirxînin. Di vê der barê de hevalên me gelek caran gotin; eger bên wê bersiva xwe jî bigirin. Gerîla hemû, li her derê bi coşeke mezin li benda wan e. “