Berdevkê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî ku der barê rewşa dawî û pêşketinên li Kerkûk û Celawla de axivî û got: “Li Kerkûkê û Celawla hêzên pêşmerge û gerîlayên HPG’ê rolekî mezin di rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê lîstin.” Kerûkî got ku asta îro gelê Kurd gihayê êdî ji ti hêz û alî qebûl nake li hemberî pêkhatina Kongreya Neteweyî bibe asteng. Kerkûkî bal kişand ser rewşa Şengalê û penaberên li Herêma Kurdistanê û wiha got: “Şengal dilê me ye. Me Şengal ji bîr nekiriye û ji bo rizgarkirina Şengalê Kak Mesud Barzanî bi xwe li ser radiweste. Her wiha mijara penaberan jî divê bi şêweyekî fermî bê dest girin ji aliyê Iraqê ve.” Kerkûkî got ku divê Kerkûk bi fermî girêdayî axa Kurdistanê bê kirin û nabe ku Kerkûk ji axa Kurdistanê bê cudakirin. Dr. Kemal Kerkûkî bersiva pirsên Rojnewsê da.

Li Kerkûk û Celawla rewş çewaye?


Piştî artêşa Iraqê rûxa di demekî pir kurt de quwetekî mezin a çek û cebilxaneyan ket destê DAIŞ’ê de. Bi hezaran dolaran çek û teqemenî dinava çend rojan de ket destê DAIŞ’ê. Hêzên pêşmergeyan li sînorên vê herêmê şerekî lehengî kirin. Li herêmê hêzên pêşmergeyan li gel hêzên hevbeş ên koalîsyonê derbeyên giran li çeteyan dan. Her wiha hemû hêzên ku tevlî şerê rizgarkirina Celawla û Saîdiyê bûn jî, em destxweşiya wan dikin.
Pêwîste em hemû demê amade bin. Ji ber DAIŞ’ê piştgiriyekî terorên navdewletî heye. Pêwîste ji bo kontrolkirina penaberan kamp jêre bên çêkirin. Em niha li herêma rojavayê Kerkûkê ti penaberan qebûl nakin. Her wiha têkelbûna penaberan li gel gelê herêmê destûr nadin. Divê li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ketina penaberan a nav gelê herêmê destûr neyê dayîn. Ev wê metirsiyê li ser jiyana herêmê çêbike.


Çi pirsgirêkên penaberî û rêveberiyê hene?

Hemû demê wiha çêbûye, divê tu bi xwînê axa xwe biparêzî, bi yasa û destûrên Iraqê bicih bikî. Her çend ku yên li Bexda erka ji bo wan hatibe dayîn jî, me çend caran diyaar kiriye ku divê li gor destûra Iraqê, maddeya 141 û 121’an ku dibêje her biryarekî li Parlamentoya Kurdistanê derbikeve, xebat li ser tê kirin û divê bê qebûlkirin. Sala 2002’an li Parlamentoya Kurdistanê biryara ku divê li ser xebat bêkirin li gor yasaya hejmar 19 û navçeyên wê nabê bibin axa Kurdistanê.

Eşîrên Celawla vedigerin ser axa xwe?

Li gor min her kesê alîkariya DAIŞ kiriye divê bê dadgehkirin. Çênabe ku wan li hember pêşmerge û gelê Kurd şer kiribe. Ew DAIŞ bûn. Ger ew niha weke kesek bê suc bên wergirtin, wê carekî din ji bo dagirkirina axa Kurdistanê bibin metirsî. Wê der barê wan de gelê Kurdistan û dadgeh biryar bide. Em zûlm li xelkê bê suckirin qebûl nakin. Her kesê alîkariya DAIŞ nekiribe, mafê wî yê cardin jiyana asan heye. Li gor min divê Herêma Kurdistan û gelê Kurdistanê li ser Selîm Ciborî doz vekin û Ciborî ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Kerkûk nasnameya Kurdistanê ye. Niha nîvê Iraqê di destê DAIŞ’ê de ye. Yên ku niha li Baxda desthilatdarin, ti îradeya wan a li ser Iraqê nîne. Ew jî hewl didin ji bo me alozî çêkin.


Hun rolê gerîla li Celawla û Kerkûkê çewan dibînin?


Her kesekî tevlî şerê rizgarkirina beşekî axa Kurdistanê bibe, em destxweşiya wî dikin. Her wiha gerîlayan jî rolekî giring û pîroz hebûn. Em dest xweşiya wan dikin. Belê em dixwazin piştî ji rizgarkirina DAIŞ’ê Kurdistan ji bo gelê Kurd bimîne. Niha hêzên pêşmerge çûne Kobanê, alîkariya gerîla û gelê Kurd dikin. Ez dest û çavê gelê xwe yê Kobanê ku bi lehengî dij DAIŞ’ê şer dikin maç dikim. Gerîlan di şerê Celawla, Mekteb Xalid û Mexmûrê de rolekî giring lîstin. Ez dest xweşiya wan dikim. Cihê keyfxweşiyê ye ku Kurd li her çar parçan alîkariya hev a azadkirina axa xwe dikin. Em jî vê weke erka xwe ya serekî dizanîn. Kak Mesud hewldanekî pir mezin ji bo rêyek alîkariyê ji bo gelê Kobanê peyda bike meşand. Niha jî ti aloziyek nabera gelê Kurd de nemaye. Her wiha partî û aliyên siyasî de jî. Em hewl didin ku gelê xwe ji vî şerî rizgar bikin.


Çima heta niha Şengal nehat rizgarkirin?

Şengal di dilê me de ye. Bi ti şêweyekî nehatiye jibîr kirin. Her wiha giringiyekî pir mezin ji bo hatiye dayîn. Ji ber gundên derdora Şengalê yên Ereban beşekî zêde yê wan alîkarên DAIŞ’ê bûn, her ew bûn revandin û kuştina bidehan dayîk û xwişkên me yên li Şegalê. Belê dema rizgarkirinê ji bo nehatiye diyarkirin. Gerîlayên HPG û şervanên YBŞ’ê çend dîmenên xwe yên dawî yên şerê dijî DAIŞ’ê li Şengalê belav kirin. Têde çend cenazeyên DAIŞ û cebilxaneyên ketin destê wan. Nabe tenê aliyek siyasî şerê dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina herêmekê weke serkeftina xwe bi tenê bizane. Em dema dibêjin pêşmergeyên Kurdistanê, em gerîlan jî weke pêşmergeyên Kurdistanê dizanin û wiha behs dikin. Belê peywendiyên me yên baş bi hevre heye. PDK’ê peywendiyên baş li gel Qendîl, Kobanê û hemû aliyan heye. Em destxweşiya gerîlan dikin. Giringiya wan heye di şerê rizgarkirina Til Werd, gerîla li pêş pêşmergeyan bûn.

Pêkhatina Kongreya Neteweyî çi lêhat?


Pêkhatina Kongreya Neteweyî tiştekî pir pîroz e.  Kongre daxwaza hemû Kurd e.  Êdî gelê Kurd ji ti partî û aliyan qebûl nake li hemberî pêkhatina Kongreyê bibe asteng.”



ELEND KERKÛKÎ/KERKÛK/ROJNEWS/HEWLÊR