Di merasîmê de Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên HPG’ê Sadûn Sûrûç, ji endamên Fermandariya Akademiyên Apollo Pelşîn Koçgirî, Nuveyla Sîverek, Sîpan Malazgîrt û gelek gerîla amade bûn.


Têkoşîna me bê eman didome

Delal Amed li merasîmê axivî û anî ziman ku Rêber Amed fermandarekî zû xwe gihandibû. Amed da xuyakirin, ku gerîla îro şopdarên Rêber in û bi saya têkoşîna wan, dewleta Tirk îro ji hev dikeve. Delal Amed got, “25’ê Tîrmehê roja şehadeta hevalê Şehîd Rêber Amed e. Bi vê wesîleyê, di şexsê hevalê Şehîd Rêber de em hemû şehîdên pêngavê bibîr tînin û li ber têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Hevalê Rêber hem li Şehîd Mahîr bû sembol, hem jî di profesyonelbûna HPG’ê de bû fermandarekî pêşeng. Û fermandarî ji vî karê profesyonelî re kir. Hevalê Rêber di nava têkoşîna me de xwedî cihekî mezin e. ”


Dewlet ji hev dikeve

Amed bibîr xist, ku artêşa Tirk bi êrîşên berfireh ên di 24’ê Tîrmehê de destpê kir re xwest gerîla biqedîne û got, “Li gorî vê planê, bombe li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji şeva 24’ê Tîrmehê û vir ve gelek hevalên me yên leheng şehîd ketin. Di êrîşên 24-25’ê Tîrmehê de hevalên Rêber Apo, Şervan û Dijwar weke fermandar şehîd ketin. Ji bo bîranînên şehîdên xwe bidin jiyîn, weke tevger me dest bi pêngaveke nû kirin. Ji par û vir ve me pêngaveke ku xweseriya demokratîk li Kurdistanê dafirîne û azadiya Rêberê me misoger dike, da destpêkirin.

Delal Amed di dewama axaftina xwe de got, “Bêguman li hemberî têkoşîna bê eman a tevgera me, hikûmeta AKP’ê gelekî tengav bûye. Wekî din di navbera dewleta Tirk de nakokî derketin holê. Herî dawî hewldana darbeyê rû da. Ev jî nîşan dide ku di nava dewletê de nakokiyên giran hene û dewlet ji hev dikeve. Bêguman ev yek ji pêngava me ya di 24’ê Tîrmehê de dan destpêkirin, serbixwe nîne. Lewma divê em têkoşîna xwe bigihînin asta serketinê. Derfet ji her demê bêhtir hene. Lewma weke hêzên HPG û YJA Starê em şopdarên Rêber, Şervan û Dijwaran e û em ê vê pêngavê bi ser bixînin. Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk wê hilweşin, li Kurdistanê wê xweserî pêk were û Rêber Apo azad bibe. Hêzên me ji her demê bêhtir amade ne.” 


 ANF/BEHDÎNAN