Gerîla TV, dîmenên çalakiya gerîlayên HPG'ê ku li 2 girên li mintiqa Deriyê Beroj a li herêma Besta ya Şirnexê pêk anîn, weşand. 

Gerîlayên HPG'ê, bi wesîleya salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê, li Şirnexê dest bi pêngava şoreşgerî ya bi navê Şehîd Serdem-Şehîd Nûdem kiribû. Di çarçoveya pêngavê de roja 16'ê Tebaxê li mintiqa Deriyê Beroj a li herêma Besta ya Şirnexê, çalakî li dijî eskerên Tirk kiribûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê gotibû,

"Hêzên me di çarçoveya pêngavê de roja 16'ê Tebaxê saet di 06.00’an de li qada Bestayê li Deriyê Beroj artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê yên li 2 giran bi cih bûne, kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve li van her 2 giran da û hêzên me gir xistine bin kontrola xwe. Li vî girî bi qasî ku hatiye zelalkirin 6 eskerên dijmin hatine kuştin.

Hêzên me li vî girî çekeke sûîqestê ya Bora û dûrbîn û şarjorên vê çekê, BKC’yek û gelek guleyên wê, RPG-7’ek, HK-33’ek (Melez), dûrbîneke termal, bombeyeke destan, êlegekî pola û gelek malzeme bi dest xistine. 2 çekên HK-33 jî hatine îmhakirin.

Hêzên me li girê 2’emîn jî dane, lê li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Hêzên me bi awayekî hemwext li qereqolên Navyana Şêxa û Çiyayê Nimêja jî dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên dijmin nehatiye zelalkirin."

Di dîmenên gerîla TV de xuya dibe, ka çawa gerîla bi profesyonelî, êrîşê dibin ser mewziyên eskerên Tirk li serê gir, çendekan ji wan dikujin û yîn mayî sîlehên xwe diavêjin û ji gir direvin. Di dîmen de tişta herî balkêş jî ew e ku eskerên dagirker bi hejmarê gelek in û gerîla hindik in: ango qederê 10 gerîlayan didin pey 50 eskerên dewleta Tirk a dagirker.