Ev gerîla û dûrbîn ya rastî îşaret bi yekî ji karên herî esasî yên gerîla dikin: Parastin.  Em dikarin bipirsin, dûrbîn çi ji vê gerîlayê re nêzîk dike û çi dûriyê dibîne yan jî tîne ber çavên wê? Ew jî bi dûrbînê re kûr û dûr çûye. Kî dizane, dibe ku li sînorên di welatê wê de hatine xêzkirin, temaşe dike. Yan jî li wê dagirkeriyê dinihêre ku li ser xak û civaka wê hatiye kirin û tê kirin. Bi temaşekirinê re hêrsa wê mezin dibe, hestên wê yên tolhildanê qefesa dilê wê dinepixînin. Lê hêvî û baweriya ku nava dilê wê de her tim şîn e û bi rêya çav û dilê xwe bi dûrbînê re li ser xak û civaka xwe belav dike. Weke ku di wê dûrbînê de bi rêya çavên xwe bibêje; “em ê dagirkeriyê têk bibin, hêvî û hêrsa me ya tolhildanê qandî çiyayên me bilind e.”  


 BEHDÎNAN