Çalakiyên gerîlayên HPGê yên li seranserê Bakûrê Kurdistanê berdewam dikin. Gerîlayan di 27-28´ê Mijdarê de li Dîlok, Şirnex û Colemêrgê çalakî li dar xistin. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê çalakiyên gerîlayên HPG´ê agahî da. HPG-NÇR´ê diyar kir ku di 28’ê Mijdarê de li herêma Gavser a Gabarê helîkoptereke skorsky a artêşa tirk dema ji Mêrdînê ber bi Şirnexê ve diçû gerîlayên bi çekan lê xistine. Hat diyarkirin ku di encamê de helîkoptera skorskyê derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

Li dijî baregahe leşkerî êrîş

HPG-NÇR´ê da zanîn ku 27’ê Mijdarê jî saet di 14.00’an de li navçeya Şemzînan a Colemergê li dijî Qereqola Giranayê gerîlayan çalakiyek lidarxistine û li ser encamên çalakiyê weha hat gotin: “Di çalakiyê de gerîlayan bi bandor li hemû baregehê leşkerî dane, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”

Di operasyonê de lê xistin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG´ê li navçeya Îslahiye ya Dîlokê jî di 27´ê Mijdarê de çalakî lidarxistine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dema leşkerên artêşa Tirk li zozanên Xinzirê derketine operasyonê gerîlayan li dijî hêzên operasyonê çalakiyek lidarxistine. Hat diyarkirin ku di encama vê çalakiyê de leşkerekî endamê yekînaya taybet hatiye kuştin, hejmara leşkerên birîndar jî nehatiye zelalkirin.

Balafir bombebaran kirin

Ji aliyê din ve HPG-NÇR´ê diyar kir ku di 29’ê Mijdarê de li navçeya Gever a Colemergê di navbera saet 02.00-03.00’an de balafirên şer herêmên Geliyê Ava Basya û Gundê Erdewê yên bi ser Bezelêne bombebaran kirine. HPG-NÇR´ê ragihand ku ji 26’ê Mijdarê û vir ve artêşa tirk li Herêmên Parastinê yên Medya li dijî herêmên Çiyareş, Xeregol û Şikefta Birîndara yên bi ser Zapê jî bi hewan û obûsan êrîşan lidardixe.

Ji YJA Starê çalakî

Naveda Çapemenî û Ragihandinê ya YJA Starê jî da zanîn ku gerîlayên YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê di 28’ê Mijdarê de, di navbera saet 11:00-12:00’an de li hemberî tabûra Êrîş çalekiyek lidarxistine. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de hejmarê kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. 

ANF/BEHDÎNAN




Sererastkirina nasnameyê

HPG’ê diyar kir ku gerîla Meryem Brukîlîman a bi nasnav Rozerîn Serdem a ku hatibû aşkerekirin ku jiyana xwe ji dest daye dijî. HPG´ê da zanîn ku gerîlaya di şerê li navçeya Şemzînana a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest daye Azer Ensarînejad a bi nasnav Rozerîn Kemanger e û li Urmiyeyê ji dayik bûye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di navbera 16-19’ê Mijdarê de li bejahiya navçeya Şemzînana Colemergê 5 rêhevalê me gihîştibûn şahadetê û nasnameyên wan di daxuyaniya me ya di 23’ê Mijdarê de hatibû aşkerekirin. Rêhevala me Rozerin – Meryem Brûkimîlan a weke şehîd hatibû îlankirin, niha li yekîneya xwe tekoşîna xwe berdewam dike.”