HPG'ê ragihand ku 21'ê Sibatê li navçeya Agiriyê Bazîdê, wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk bi çalakiyeke sabotajê hatiye îmhakirin û di encamê de 6 eskerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê  bi daxuyaniyeke nivîskî got, "21'ê Sibatê saet 04:30'î li ser rêya gundê Zorava yê navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra ya artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de wesayita zirxî ya bi tîpa kobra bi temamî îmha bû û 6 eskerên dijmin ên di wesayitê de hatin kuştin."

HPG'ê bi daxuyaniyeke din da zanîn ku hêzên wan bi amûra firoke êriş birine ser Baregeha Eskerî ya Hacilar a Silopyayê ya ser bi Şirnexê. Avahiya ku bûyî hedef 4 caran hatiye bombekirin.

HPG'ê elaqedarî çalakiya got, ''24'ê Sibatê li Silopya ya ser bi Şirnexê, bi amûrên me yên firoke li dijî Baregeha Eskerî çalakiyeke karîger hatiye kirin. Bi şev li derdora saet 21.30'î di vê çalakiyê de ku avaniya li rex pîsta helîkoptêrê ya li Baregeha Eskerî ya Hacilarê bûye hedef, avanî 4 caran hatiye bombekirin û ziyaneke mezin lê bûye. Piştî vê çalakiyê, ku windahiyên dijmin bi zelalî diyar nebûn, heta 25'ê Sibatê bi şev jî nehiştin ku personel ne bikeve nav baregehê û ne jî derkeve, dijmin windahiyên xwe ji cihê bûyerê dîtira rojê derxistine.''

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî hate gotin, "25'ê Sibatê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet 12'an Girê Şehîd Şahîn ê herêma Zê û saet 13:30'î jî geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt hêzên me."

 

ANF / BEHDÎNAN