
HPG’ê diyar kir ku li Barzanê hêzên wan derbeke mezin li artêşa Tirk xistiye. HPG’ê di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk agahî dan. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Colemêrg, Şemzînan û Barzanê derb li artêşa Tirk xistine.
HPG´ê da zanîn ku li navçeyên Colemêrgê Gever, û Şemzînanê û li Barzanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Li gorî vê gerîlayên YJA-Starê 9’ê Cotmehê danê sibehê li devera Adilbegê, li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa Tirk ya li girê Koordîne, çalakî li dar xist, du konê dijmin hatin şewitandin, û bi awayekî zelal 1 kontra û 8 eskerên Tirk hatin kuştin. Gerîlayên YJA-Starê heman rojê nava rojê li Şemzînan, li Şikêra Spî, û derb li kozikên eskerên Tirk xistin. Encamê vê çalakiyê ji aliyê HPG´ê ve nehatin zelalkirin. Heman rojê gerîlayan li girê Bayê yê ser bi Geverê di çalakiyekê de herî kêm eskerek kuşt. Gerîlayan 9´ê Cotmehê berêvarê li Mêrdînê, li navçeya wê Mehsertê, li dijî qereqola Golê bi çalakiyekê serketî derb li kozikên eskerên Tirk xist, lê hejmara kuştiyên artêşa Tirk nehat zelalkirin.
Du şehîdên HPG´ê
HPG´ê da zanîn ku gerîlayekî wê roja 25’ê Îlonê li Qadên Parastinê yên Medyayê, li herêma Zapê, li devera Cîloya Biçûk ji ber qezayeke jiyana xwe ji dest daye û nasmaneya wî ev e: Brûsk Gever (Sîpan Guneş) ê li Colemêrgê ji dayikbûyî. HPG´ê wekî din da zanîn ku 31’ê Tebaxê li Çewlikê, li qada Dugernan di navbera gerîlayan û eskeran de şer qewimiye û di vî şerî de gerîlayê bi navê Şerzan Sîverek (Cengiz Geçkoy) ê li Rihayê jidayikbûyî, jiyana xwe ji dest daye.
ANF / BEHDÎNAN