Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan li devera Lêlikanê ya herêma Bradostê ya di 8’ê Gulanê de daxuyaniyek belav kir. HPG’ê got,”Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de” gerîlayan 8’ê Gulanê hema piştî nîvrojê li devera Elî Dirêj a Lêlikanê ya herêma Bradostê bi çalakiyekê derb li artêşa Tirk a dagirker xistiye. HPG´ê da zanîn ku di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên eskjerên Tirk hatine xistin û hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin.” Gerîlayên HPG’ê doh saet di 10.00’an li dijî Girê Lêlikanê ji 8 aliyan ve çalakiyek li dar xist, lê HPG´ê derbarê çalakiyê heta saeta me nûçe amade dikir, daxuyaniyeke fermî nedabû. Li gorî agahiyên ji herêmê, gerîlayên HPG û YJA Starê, doh saet 10’an li dijî eskerên Tirk ên li ser girê Lêlikanê ji 8 aliyan ve çalakiyeke mezin kir. Çavkaniyan ragihand ku gerîlayan di çalakiyê de ji 6 aliyan ve bi çekên ferdî, nîv otomatîk û karnasê derbên giran li eskerên Tirk xistin. Hêzên gerîla her wiha ji 2 baskan ve jî bi çekên giran li çeperên eskerên Tirk da. Çav li rê ye HPG li ser çalakiyê daxuyaniyekê bide. ANF / BEHDÎNAN