HPG’ê diyar kir ku roja 29’ê Cotmehê, li bejahiya Çelê çalakiyek li dijî eskerên Tirk ên dagirker hatiye kirin û di encamê de 4 esker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,
“Hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de 4 eskerên dijmin hatin kuştin.”
ANF / BEHDÎNAN