HPG’ê diyar kir ku 14’ê Çile li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî eskerên Tirk gerîlayên wan çalakî kiriye û derbên giran li artêşa Tirk xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “14’ê Adarê saet 12:30’î hêzên me li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê, li dijî Qereqola Serê Sêvê çalakiyek pêk anî. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet 14:20’î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê li navçeya Çelê çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de ku derb li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin, hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehate tespîtkirin.”

 

ANF / BEHDÎNAN