Navenda Çapemenî -Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di 27’ê Cotmehê de di saet 15.00-16.00’an de û di 28’ê Cotmehê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke leşkerî ya qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeper û wesayitên li gir bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Geperê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Ji Şirnexê çalakiya gerîlayan

 Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pêr di saetên danê êvarê de, gerîlayên HPG’ê li navenda Şirnexê bi ser 5 nuqteyên polîs û leşkeran de girtin. Piştî çalakiya gerîlayan pevçûn qewimî û dûman ji Midûriyeta Emniyeta Şirnexê bilind bû. Li gorî agahiyê pêşî herî kêm polîsek mir û 2 birîndar bûn.Piştî gêrîlayên HPG’ê êrîşî 5 noqteyên leşker û polîsan kir, di navbera gêrîla û leşker-polîsan de pevçûnê rû da, polîsên li ber lojmanên TOKÎ nobet digirt ya li Taxa Vakifkentê bê serûber gelek mal gulebaran kirin. Gulebarana ku ji wesayîtên zirxî yên Akrep jî hatin avêtin gelek camên malan şikandin û şopên guleyan li ser dîwaran çêbûn. Bi şans di encama gulebaranê de mirî û birîndar çênebûn, gel bertek nîşandan û dane diyarkirin ku bi awayek zanabûn mal gulebaran kirine. HPG'ê hêna derbarê çalakiyê de agahî nedan.
Piştî çalakiya gerîlayan polîsan li taxa Bahçelievlerê di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçavkirin. Welatiyan diyar kir ku, polîsan di serdegirtina malan de gef li wan xwarin û tundî bikar anîn.
Welatiyên hatin binçavkirin M. Şefîk Bayat, Şerif Gongen û Tahir Batak birin midûriyeta Polîsan ya Şirnexê.
Li aliyê din Endamên HGP'ê di 24'ê Cotmehê de li gundê Dêzê Sercerdevan Cemal Adiyaman girtin û bi xwe re birin. Piştî lêpirsînê endamên HPG'ê sercerdevan Cemal Adiyaman serbest berdan û şandin malê. 

COLEMÊRG/ŞIRNEX