Komîteya Şehîdan a KODAR’ê ragihand ku gerîlaya Yekineyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di encama kemîneke hêzên rejîma Îranê de şehîd bûye.
Komîteya şehîdan a KODAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayeke jin a Rojhilatê Kurdistanê ku di encama kemîneke hêzên rejîma Îranê de şehîd bûye, ragihand.
Komîteyê diyar kir ku 9’ê Hezîrana 2018’an roja Şemiyê, yekîneyeke gerîlayên YRK’ê li Merîwanê dema erka xwe pêk dianîn, ketine hêzên rejîma Îranê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di vî şerî de gerîla Cîhan Azad (Xedîce Hecîzade) ya ji navçeya Kotol a bajarê Xoyê şehîd bûye.
Bi awayekî fedayî xebitî
Komîteya Şehîdan a KODAR’ê diyar kir ku şehîd Cîhan Azad salên dûr û dirêj li herêma Hewremanê û derdora wê bi awayekî fedayî di nava şoreşê de cih girtiye û li dijî zext û zilma rejîma Îranê li ber xwe daye. Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Cîhan Azad û gelê welatparêz hate xwestin û hate gotin ku wê têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan heta misogerkirina jiyana azad bidomînin.
MERÎWAN