Gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn
Bahar Înan (Faraşîn Sîpan) û 6 hevrêyên wê ku 27’ê Hezîranê li Bedlîsê şehîd bûn, li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bibîranîn.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Saîda Wakîlî, Îmam Abdullah, Ahmed Rojava û pismamê Înan li merasîmê axivîn.
Qisekeran êrişên dewleta Tirk a faşîst şermezar kir û îşaret bi girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd kir.
Gelek Asûrî û Suryanî jî tevlî merasîma bîranînê ya li Goteborgê bûn. Keşayê Dêra Suryanî-Ortadoks Abraham Garîs jî ji bo şehîdan dua kir. ANF/GOTEBORG