Li ser banga Dozgeriya Komarê ya Şirnexê malbat li gel rêveberên BDP'ê çûn Goristana Tekserê û cenazeyê Başak ji goristanê wergirtin. Malbata Başak cenazeyê kurê xwe birin gundê Axaciya Mezin a Rihayê. Karwana cenazeyê Başak di ketina Pirsûsê ya Rihayê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Tîmên taybet û polîsên hêzên çevîk destûr neda ku karwana Başak di nava navçeya Pirsûsê re derbas bibe.
Polîsan xwest cenazeyê Başak raste rast derbasî gundê Axaciya Mezin bikin. Lê birayê Başak Mehmet Başak, jî diyar kir ku malbata birayê wî li Pirsûsê ye û dixwaze cenaze bibe malê. Piştî niqaşên demekê karwanê cenaze di taxên kêleka Pirsûsê re derbasî gundê Axaciya Mezin bû. Karwana cenaze di ketina gund de bi alên PKK'ê hat pêşwazîkirin. Girsê darbesta Bayak bi ala PKK'ê pêça û li ser milên xwe heta goristanê meşiyan.
Girsê di meşê de alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Bi hezaran kesên tevli merasimê bûn, bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Şehit namirin”, “Ey şehîd riya te riya me, PKK partiyame” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Girsê piştî cenazeyê Başak defin kir li ser gorê sirûda ‘Çerxa şoreşê’ xwendin û rêz girtin.
Birayê Başak Mehmet Başak, li ser gorê axaftinek kurt kir û diyar kir ku hatina cenazeyan a malbatan nêzîkatî û helwesta dewletê ya aştiyê nîşanî mirovan dide.
RIHA