Artêş û dewleta tirk ku li hemberî vî şerî neçar maye, rastiya şerê li vir ji rayagiştî vedişere. Lê gerîllayên di şerê Şemzînanê di cîh girtin, rastiya şerê li Şemzînanê rave kirin.
Artêş bi teknîka xwe têk çû
Ferzad Zagros: Operasyona ku gerilla di 23’Tirmehê de da destpêkirin, heta niha jî berdewam dike. Ew qadên ku artêşa Tirk digot kes nikare têkevê, hemû di bin kontrola gerîllayande ye. Tevî teknîka ku bikartîne artêşa Tirk nikare bikeve van qadan.
Gerîlla li ser bingeha operasyona şoreşgerî rastî jî gavek pir girîng avêt. Hedef û armancê pêngava me niha daye destpêkirin azadkirina Serokê me ye. Serokatî, xeta me a sore. Di nav gerîlla da ji ber rewşa Serokatî û êrîşên li ser gelê me hêrseke pir mezin çêbû. Ji bo gerîlla êdî kêr gihiştîye hestî. Em nikarin van êrîş û heqaretên li ser gelê me tên kirin qebûl bikin. Dewlet li Şemzînanê hem di warê siyasî hem jî di warê eskerî de darbeyek mezin xwar. Dijmin êdî nikare bi hesanî tevbigere, me tirsek mezin xistîye nava dile wan.
Gerîlla jî bi rihê fedaîtî vê pêngavê dimeşîne. Heta hevalên ku birîndar dibûn jî nedixwestin ji qada şer derbikevin. Her hevalêk dixwaze li cihê herî pêş de cihê xwe bigire. Ew jî hestên bilindbûyîna fedaîtiyê ye gerîllayan e.
Li alîye din jî, dijmin rastîya şerê li wir diveşêre. Li qadên ku me bi xwe yek bi yek cihe xwe tê de girtiye, gelek windahiye wan hebûn. Le belê vê vedişerin û mîna ku wendahiyên gerîllayan çêbûne dan nîşandan. Tişte ku me bixwe bi çaven xwe dîtiye hene le belê vê rastîyê ji raya giştî re nabêjin. Şerek pir dijwar li heremên Şemzînan rû dide, lê belê bêdengîyek pir mezin heye. Hin wendahiyên xwe li qada şer hiştin û paşve çûn. Ji ber ku rastîye vedişêrin nahêlin medya û çapamenî jî bikeve têkevê heremê.
Berxwedana gerîlla artêş neçar hişt
Arzelen Munzur: Artêşa Tirk ne li bendê bû ku gerîlla şerekî ewqas berfireh bimeşîne. Dorpêçkirin û çalakiyên gerîllayan yên li qadên Şemzînanê artêşa Tirk matmayî hişt û darbeyeke mezin xwar. Ev yek bi awayekî eşkere li ber çavan bû. Bi şêwaz û taktîkekî nû me şer meşand.
Min heşt rojan di nav şerê Şemzînanê de cîh girt. Paşê ji ber ez birîndar bûm, ji qada şer vegeriyam. Her roj şer û çalakî hebû. Di vî şerê dijwar de artêş wendahiyên pir mezin da. Ji ber vê yekê esker nikarîbû ji qeraqolan derkeve. Di vî şerî de dijmin herî zedê bawerîya xwe bi teknîka xwe dianî û teknîka xwe heya dawî jî bî kar anî. Le belê her roja ku derbas bu da dîyarkirin ku gerîlla pêş, dijmin jî paşde diçe.
Demê ku ez jî di nav şer de bûm, eskeran xwest operasyonen mezîn bide meşandin. Le herdû caran jî ji ber gerîlla lêxist, mecburî paşve vegerîyan. Li wir di her helî de artêş darbe xwar û hilweşiya. Êdî dijmin qada ku ketiye nikarî bu jê derkeve. Dema ket qadê jî vegera wan çênebu. Ji ber şerê dijwar nikarîbû were kuştiye xwe jî bibe.
Wan dixwestin bi teknîka xwe encamê bi dest bixin, le dema ku dîtin bin dikevîn nizanibun çi bikin. Hevalan qet ne dihîşt dijmin nefesek rihet bistîne. Ji ber vê yekê jî wana tengasîyek pir mezin dijî. Ji neçarbuyîna xwe carna du heron bi hevre radikirin, le dîsa jî tu encam nedigirtin û ve yeke jî neçarbûnek pir mezin di nav wan de çêkir.
Diruşma me ya ve salê “An azadî, An azadî” ye derveyî vî tu re û nîqaş ji mere nîne. Ew çiqas bejin me gerîlla xelas kir jî em rastiyê dizanin û em dev ji doza xwe bernadin. An emê encam bigrin û ser bikevin an emê ser bikevin û Serokê xwe azad bikin. Derveyî vê encamê tu re ji mere nîne. Gerîlla bi bîryar wê tola zarokên Kurdîstanê û gelê Kurdistanê rake.
Tola zarokên kurd were hildan
Zîlan Dêrsim: Ev pêngava şoreşgerî ya gerîlla ku li Şemzînanê dimeşîne, ji bo azadkirina Serok Apo û tolhildana ciwanen kurd, gelê kurd e. Ev tolhildana zarokên kurd yên weke Uğur Kaymaz, Ceylan Önkol hatine qetilkirin e. Dîsa tolhildana Roboskî ye.
Di şer de min li herêma Gomanê cîhê xwe girt. Piştî demekî ez ji deste xwe
birîndar bum. Hin hevalên me ku şehîd ketin û birîndar bûn çêbûn, lê ev hêrsa me mezintir dike. Gelek wendahiyên artêşa tirk çêbûn, min bi xwe jî gelek cenazeyên eskeran dît, lê eskerên tên kuştin ji rayagiştî vedişêrin, rastiyan nabêjin.
Mirov dema bîryarbuyîna hevalan û coşa wan dibîne hîn behtir moral digire. Bi vê pêvajoya ku hatiye destpêkkrin armanc û hedefa hemû gerîllayan azadkirina Serokatiyê ye. Em bi ti awayî paş ve gav navêjin.
"An azadî, an azadî"
Cemîl Cigerxwîn: Me wekê tevgera azadiyê tecrîda li ser Reber Apo û erîşen li ser gelê xwe qebûl nekir û dest bi pêngava şoreşgerî kir. Dijmin bawer nedikir ku em ewqasî nezî wan bibin û şok diman. Ez jî di nav şer de bûm. Ji ber ez di şer de ji lingê xwe birîndar bûm, ez ji Şemzînanê vegeriyam. Lê rastî min nedixwest ji cem hevalan werim û wan li wir bihêlim.
Hin hevalên me ketin nav eskeran û xeberê wan ji vê nebû. Biryardariyeke mezin hebû di nav gerîllayan de. Her hevalekî dixwest gavek din peş de cihê xwe bigire. Dijmin li ser hev teknîk bikaranî, bi balafiran, helîkopteran top û tankan êrîş bir, lê li hemberî berxwedana gerîlla ev teknîk jî têk çû. Dema me erîş bir ser wan jî esker paşve vekişiyan, le kuştîye xwe li paş xwe dihîştin.
Belkî niha ez birîndar bûme, lê dema ez baş bibim, ezê dîsa biçim û li cem hevalên xwe di nav şer de cîh bigirim. Dijmin çi bike bila bike nikare li Kurdistan’ê bi ser bikeve. Heta em Serok û gelê xwe azad nekin em çeperên xwe ê şer bernadin. Duruşma me ya 2012’an “An azadî, an azadî”ye.
GULAN BOTAN / BEHDÎNAN
HPG Serokê Komeleya Cerdevanan girt
HPG, Serokê Komeleya Cerdevanên Colemêrgê Sadî Ozatak girt. HPG ragihand ku Ozatak di gelek kar û xebatên kontra de cîh girtiye û bûye sedem ku gelek gerîlla jî jiyana xwe ji dest bidin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’der barê şer û operasyonên dawî de daxuyanî da. HPG di daxuyanî de diyar kir ku di 20'ê Tebaxê de Serokê Komeleya Cerdewanên Colemergê Sadî Ozatak hatiye girtin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Sercerdewanê herêma Silehê kontrayên di destê şahadeta rêhevalên me de tiliyê wî heye Sadî Ozatak hatiye girtin, keseke bi navê Mûsa Temel ê bi gûman jî hatiye binçavkirin.”
Hat ragihandin ku serokê berê yê navçeya Sûra Amedê Hamît Çelîkkanat li navçeya Pîranê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat binçavkirin. Lê heta niha HPG’ê ev agahî piştrast nekiriye. Li gorî daneyên ANF’ê di mehên Gulan-Hezîran-Tîrmeh û 13 rojên destpêkê yên tebaxê de herî kêm 81 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin. Di meha Gulanê de 31, di hezîranê de 7, di Tîrmehê de 21 û di 1-13’ê Tebaxê de jî herî kêm 22 kes hatin binçavkirin. Di nava van de qeymeqamek, parlementerek, leşker û karker û muteahîdên di çêkirina qereqolan de dixebitin jî hene. Piraniya wan serbest hatine berdan.
Li Şirnexê di operasyonê de şer
Ji aliyê din ve li Şirnexê jî di encama operasyonên artêşa tirk de şer qewimî. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya da de got; “Di encama operasyoa li dijî herêmên Meydanê û Beroja Şirnexê ya ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatiye lidarxistin, di 20'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de şer qewimiye, lê di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.”
Li Colemêrg û Xakurkê bombebaran
Di daxuyaniyê de HPGê der barê êrîşên hewayî û bombebaranên artêşa tirk de jî agahî dan. HPG’ê da zanîn derdora navçeyên Şemizînan û Gever ên Colemêrgê hatine bombebarankirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 20'ê Tebaxê de ji saet 16.00'an heta 21'ê Tebaxê saet 04.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê herêmên Geliyê Nîrkola, Gostê, Gomakê, Masîro, Garê û Genîştepeyê ji aliyê artêşa tirk ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Her weha HPG ragihand ku di 20'ê Tebaxê de di saet 15.00-16.00'an de artêşa tirk li navçeya Gever a Colemergê herêma Mêrgezerê bi balefirên şer êrîşeke hewayî pêk aniye û heman herêm di navbera saet 21.00-22.00'an de jî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku balafirên artêşa tirk di 21ê Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Xakûrkê saet di 15.30 de cihê ku sivîl lê bûn bombebaran kirine. Di êrîşê de wendahî hene an na nehate zelalkirin.
ANF/BEHDÎNAN