Hunera romanê berî her tiştî ji nivîskar avakirina cîhanekê dixwaze. Atmosfereke ku xwendevan pê qanih dibe, saloxdanên tûj û nû û bi awayekî giştî ji nivîskar cudabûneke dixwaze ku di romanên berê xwe de tune be.
Roman di nezera min de ne dişibe helbestê ne jî dişibe çîrokê. Li gor min çîrok jî metnekî ji romanê bêtir nêzikî helbestê ye.
Romaneke serketî ye
Helbestvan Yildiz Çakar bi nivîsandina romana xwe ya yekemîn “Gerîneka Guernicayê” re hişt ku mirov li ser vê yekê careke din bifikre. Ji ber ku metna wê ne li gorî ew metnên ku gelek helbestvan di navbera metn-helbestê de dinivîsînine. Metnê wê yekser roman e. Hunera romana serdema me, fêma romanê û derdê ku her nivîskar li pey e ( hewldanên avakirina şêwazeke nû) bi awayekî serkeftî tê de bi kar aniye. Foksiyonên avakirina atmosfera cîhaneke serbixwe, bi teknîkên cuda ve li ber xwendevan raxistiye. Him ji hêla avakirina cîhana romanê ve û him jî ji hêla nivîsandina metnekî ku têra xwe dirêj û tijî ye, hêjayê nirxandinê ye.
Di serî de divê meriv heqê romana Çakar teslîmê bike ku romaneke serkeftî ye. Gelo çima serketî ye?
Li gorî ku romana wê ya yekemîn e. Û di romanên xwe yên yekemîn de kêm kes hene ku ji dînamîza nava romana xwe hayedar in. Eger nivîskar ji dînamîzma nava romana xwe ne hayedar be, mimkûn e ku piştî demekê roman li dest û nigên wî/ê bigere. Çakar him hayedar e û him jî xwendevan car caran şiyar dike ku ev ne metnekî klasîk e.
Çakarê romana xwe li ser du hîman ava kiriye: Trajediya takekesî û êşa civakê. Ev her du hêlên biqandî devê kêrekê tûj eger bi hev re ne li hev bin mimkûn e ku xwendevan piştî demekê gazinckar be. Wek şaşiyên mantiqî, wek mudaxeleyê derveyî ruhê metnê û wek rasterê bikar anîna wan sehneyên kolajî heye ku dê zerarê bide metnê jî. Lê di romanê de ev her du hîm carina hev dû temam dikin carina jî ji hev dûr diçin ku wan deman bi xwendevan re meraq û heyecanê pêk tîne. Ev ji bo metnekî wiha xaleke pir di cih de ye.
Yek jê girîngtirîn xala romana Çakar bêguman atmosfera ku ava kiriye. Atmosfera ku xasî ruhê vê romanê ye. Di romanekê de avakirina atmosferê bi tena serê xwe serêşiyeke mezin e. Lê Çakarê him ji bin vî barî bi awayekî hostetî derketî ye û him jî xwendevan tevî xwe daxilî nava romanê kiriye. Carina bi hêmayên cuda, carina bi xumamiya sehneyên ku di serî karekter re derdas dibin re ev yeka eyan e.
Di navbera dahatû û rabirdûyê de
Xala duyemîn ya herî girîng a romana Çakar texeyyûla zemên e. Zemanên di romanê de carina wek zemanekî, carina wek du zemanan, carina jî du zeman tevlihev dibin ku meriv dibê qey di bê zemaniyê de roman li ba dibe. Erê, tevî ku em di navbera dahatû û rabirdûya serkarekter (Lîsa) de diçin û tên jî ev tenê vê ji me re nabêje. Bi hêmayên; wek televîzyon, jina spîkera nûçeyan û sehneyên mirin û xwîna ku di spîkê çavê Lîsa re diherike mejiyê wê, carina bi me dide hîskirin ku ev ne zemanekî yekpare ye. Û jixwe di taliya romanê de em bi awayekî ecêbmayî pê dihesin ku bikaranîna van hêmayan çawa şûna xwe dibîne.
Bikaranîna hêmayên eynî ku car caran derdikevin pêşberî xwendevan roman dewlemend kiriye. Bi gotineke din nûansa zirav ya ruhê metnê saz kiriye; peykera dadî, çavên Lîsaya zarok û Lîsaya mezin ku li ber televîzyonê fireh dibin, karektera Abîdeyê, rîtma dilê Lîsayê, eynika ku carina diya wê tîne bîra wê û carina jî ew xwe tê de dibîne ango xwe bi bîr tîne…
Mekanên xeyalî û rasteqîniyê
Mekanên romanê derbirîna êşeke berbiçav û teze li ber me radixe. Mekan bi navê xwe yê rasteqînî ( Kurdistan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol hwd.) tê de cih digirin. Lê Çakar bi şêwaza xwe me di navbera mekanên xeyalî û rasteqîniyê de dibe û tîne. Ev ruhê atmosfera hanê li mekanên ku hene jî dike û dihêle ku em bi awayekî din nêzikî wan bibin.Saloxdana detayan û pêywendiya wan bi jiyana rojane re herçendî li hev be di romanekê de ev romana ewqasî serkeftî ye. Çakar di vegotina sehneyan de û di avakirina atmosfera wan de detayên piçûk lê yên bandorker bi kar aniye. Ku ev jî têkiliya karekteran bi mekan, derûnî û rewşa heyî ya romanê de, di mejiyê me de zindî dihêle.
Bi çi şêwazê vedibêjî û bi çi hawî dihûnî
Çîroka Mîrza û Xezal Xatûnê ya ku diya Lîsayê (dayê Şaxê) jê re vedibêje di romanê de ne bi awayekî klasîk; lêbelê bi awayekî organîk tesîra xwe li ser tevahiya derûniya serkarekter dike. Di vir de hûnandina Çakar tevî ku me sewqî heyecan û meraqê dike, di esasê de dixwaze tiştekî din jî bibêje. Ew dixwaze bibêje ku; çîrok çi dibe bila bibe ya girîng ne çîroka gelêrî ne jî çîroka ku nivîskar afirandiye. Ya girîng ev e ku tu wê bi çi şêwazê vedibêjî û bi çi hawî dihûnî.Çakar bi sehneya dawîn re, me di xêza zemanê ya ku wê herf bi herf li dora me xêz kirî de me bi tenê dihêle. Wekî çembereke Bûdîst me vedigerîne serî. Destpêka destpêkê.
BAWER RÛKEN