Zozanê ku 3 hezar û 500 metre bilind e, zivistanan pir sar e û havînan jî hênik e. Zozanê ku piştî demsala biharê û destpêka havînê zindî dibe deriyê sifreya xwe ji koçer û seryangehê re vedike. Li zozanê ku pinçar û gihayê wê bi ava kaniyên berfa çiyayê bilind geş diçe, ji bo tirpankêşan dibe çavkaniya debarê. Li Zozanê Berçelanê piştî germahi zêde dibe, giha û pinçar bilind dibe. Piştî ku giha bilind dibe û zer dibe, kar jî ji tirpankêşan re derdikeve. Tirpankêşên ku debara xwe bi çinîna gihê dikin, bêyî li germahiya rojê guhdar bikin û dikevin ava derdê pariyek xwarin. Koçerên zozanan jî ji bo amadekariyên zivistanên sar û dirêj bikin û xwarin û êmê pez û sewalên xwe depo bikin, dikevin nava pêşbirga çinîna gihê.
Çiqas zêde koçre pez xwedî bikin ew was zêde pêdiviya wan bi dirûn û çinîna gihê û pinçar çêdibe. Çiqas pêdiviya koçeran bi gîha û pinçar çêdibe, ew qas jî kar ji tirpankêçan derdikeve. Zozan koçeran, koçer tirpankêşan û tirpankêş jî bi viî karî zarokên xwe xwedî dikin. Lê di salên dawî ji ber ku zozan hatine qedexekirin, koçer wekî berê nikarin sewal û pez xwedî bikin. Her wiha wekî berê jî pinçar û gihê û nefelê depo nakin. Tiprankêş dixwazin di demek nêzîk de zozan dîsa serbest bibin û welatî li gund û zozanên xwe vegerin.
HAMZA GÜNDÜZ/DÎHA/COLEMÊRG