Germava ku ji bo gelek nexweşiyan derman e, li benda parastinê û paqijkirinê ye. Germava ku li qada berpirsiyariya Îdariya Taybet a Bajar de ye, ji daxwazên welatiyan re nabe bersîv. Welatiyên ku diçin li vir seyranê dikin, diyar dikin ku pêdiviya germavê bi paqijî, parastin, restorasyonê heye û ji bo ku welatiyên diçin seyranê karibin pêdiviyên xwe yên xwarin, vexwarin û mayinê temîn bikin bi xebatê heye. Welatiyên ku ji bajar û navçeyên dûr tên, li derdora germavê kon vedane. Germava ku 12 mehê salê ava wê germ e, di bin Kontara Çiyayê Kato de hembêza xwe ji welatiyan re vekiriye. Çavkaniya debarê û turîzmê ya Elkê Germav, ger ku bê parastin û ji bo turîzmê binesazî bê kirin dê bibe çavkaniya aboriyê.


Şaredarî xizmetê dide

Germava ku 7 kilometre dûrî navçeya Elkê ye, li gel ku ne di herêma şaredariyê de ye, şaredarî xizmetê dide. Ji ber ku heta niha beşa jinan a Germavê tune bû, Şaredariya Elkê ya BDP'î ji bo jinan beşek vekir û ji bo vê beşê rê û pira texte çêkir. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, diyar kir ku Germav çavkaniya turîzm û aboriyê ya berî bi qîmet e û wiha got: "Ev xweşikahiya xwezayê û dewlemendiya xwezayê ye. Divê bê parastin û rêya wê ji turîzmê re bê vekirin. Lê Ji ber ku di qada Îdareya Taybet a Bajar de ye rayedar lê xwedî dernakevin û bê xwedî hatie hiştin. Li gel ku ne di qada me de ye, em li gorî derfetên xwe xizmetê dibin. Germav girêdayî Qeymeqam e. Divê Îdareya Taybet û Qeymeqam wê biparêzin û daxwazên welatiyan pêk bînin."
Kesê bi navê Mehmet Taş, Abdullah Dayan û Hamit Deniz ku ji bo Germavê hatin Elkê jî anî ziman ku germav bê xwedî hatiye hiştin û pêdiviyên welatiyan nabersivîne. Welatiyan xwest rayedarên eleqeder Germavê biparêzin û binesaziyê xurt bikin.



HAMZA GUNDUZ/DÎHA/ŞIRNEX