Li gor agahiyên ji Gerînendehiya Karên Avê ya Şaredariya Geverê hatine bidestxistin, li navçeyê 11 bîrên avê hatine kolan. Ji van 7 bîr saniyê 8 lître av, 2 saniyê 35 lître av û ji 1'ê ji saniyê 25 lître Av tê bidestxistin. Ava ku ji kaniya Adakli tê, ji ber xetên kaçax yên gundên Adakli, Memkaya, Bakirli, Gundere, kampên cerdevanan yên li Vezîrlî û Yazili her wiha şêniyên Yenîmahalleyê hê serde bajêr nebûyî xelas dibe. Ji ber pirsgirêka cereyanê gelek caran şaredarî nikare avê bide navçeyê. Li gor daneyên Şaredariya Geverê, li navçeyê 8 hezar û 900 aboneyên avê hene û ji van 6 hezar kaçax in, dîsa sala 2013 ji 6 hezar xetên kaçax 4 hezar hatine tespîtkirin û girtin, lê sala 2014'an ev xetên avê yên kaçax cardin bûne 6 hezar.
Hevşaredarê Geverê Tacettîn Sefali derbarê pirsgirêka avê de agahî dan û diyar kir ku, xebatên çareserkirina pirsgirêka avê ji bo pêdiviyên gel nabe bersîv, bajêr bi bêaviyê re rû bi rû ye û wiha axivî: "Sedemê pirsgirêkê ya herî mezin ava ku tê bajêr bi awayekî nezanî tê bikaranîn û xetên kaçax yên avê ne. Ji bilî vê pirsgirêka elektirîkê jî nahêle em bi awayekî normal avê bidin bajêr. Bêyî ku sedemên birîna elektirîkê bê gotin rojê 2- 3 saetan elektrîk tê birîn û ji ber vê yekê bîrên me yên avê xerab dibin. Em ji aliyekî ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li kaniyên xwezayî digerin ji aliyê din ve bi pirsgirêka elektrîkê ve mijûl dibin."
Sefali di dawiyê de da zanîn ku, ew dê di rojên pêş de bi meclîsên taxan re li hember xetên kaçax û deynên avê xebatekê bidin meşandin.
Endezyarê Jeofizîkê Emîn Oktay da zanîn ku ava bîran ku gelê navçeyê bi derfetên xwe kolane ne paqij e. Oktay diyar kir îhtîmal heye ku ava pîsatiyê tevlî ava bîran bibe û gel li hember vê rewşê hişyar kir.
SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG