Qasî ku heta niha tê zanîn, çîroka herî kevn a mirovahiyê, çîroka "Çêlgamêş", ango "Gilgamêş" e. Di zimanên Sumeriyan, ango nivîsên Akadiyan de (ku wê demê bi mûrc û pênûsên hesin ve li ser keviran xêzdibûn), rasterast wek "Gilgamêş" dihate nivîsîn. Gilgamêş, di rastiya xwe de wek Qeyzereke mezin û bihişmend bû, lê Gilgamêş, însaneke ne wek însanên jirêzê bû, berî her tiştî xwedî lêgerînê bû Gilgamêş. Ev lêgerîn jî, ne li ser baweriya dîtina tişteke jirêzê bû... Armanca vî lêgerînê, ne dîtina îmkaneke dinyayî bû, ji ber ku her tiştê Gilgamêş jixwe hebûn. Gilgamêş tiştekî wisa digeriya ku, ew tişt heta wê demê di jiyana mirovahiyê de, bila tu carî û bi tu şiklî ji aliyê tu kesî ve nidîtî bûba. Em binav bikin, ew tiştê ku Gilgamêş lêdigeriya, "bêmirinî", ango "nemirin" bixwe bû. Gilgamêş dixwast dermaneke wisa bibîne ku, piştî vexwarina ew dermanê tu carî nemire. Jiyana wî, bibe jiyaneke bêdawî.
Ji ber wê Gilgamêş, ji her tiştî wêdetir, emrê xwe danî li ser vî lêgerînê û li ser vî armancê... Gilgamêş û hevalê wî Enkîdû, dest bi serpêhatiyeke wisa kirin ku, ketin rêyeke wisa ku, li ser vî rê yê tu tişt nedihat zanîn. Êhtimalek li ser vî rê yê rastî mirinê jî bihatana. Jixwe Enkîdû ev yek jiya, li ser rê mirinê tam kir, rastî mirinê hat, jiyana xwe ji dest da, lê ev yek jî ji bo Gilgamêş nebû sedema lêvegerînê, ew dîsa lêgerîna xwe domand û di encamê de xwe gihand dermana nemirinê jî... Gilgamêş bû xwedî gihayê nemirinê, ango îmkan gihaştî bu destê wî, û ji wê şunde heke bixwasta, tu carî nedimiriya...
Lê çîroka mezin, çîroka bêdem, çîroka ji serê serdemiyê, çîrok û destana temam mirovahiyê, ango çîroka nemir, bi biryarê Gilgamêş a watekûr ve li wêderê destpêkir. Ji ber ku Gilgamêş, bi lêgerîna xwe ya "derman a nemirinê" ve, xwe gihandî bû "wateya nemirinê"... Di jiyana Gilgamêşê de ew lêgerîn, ew rê, ew serpêhatiya wî, ew dildarî û êhtirasa wî, Gilgamêş wisa pijandîbû ku, êdî watedayîna jiyana însanetî a têgihîştina Gilgamêş bixwe guherî bû. Guherîneke ji kokê... Guherîneke hejikîner û lerizîner... Ya ku guherîbû, dilê Gilgamêş bixwe bû... Piştî wê serpêhatiyê, ya ku guherî bû bîzat hişmendî bixwe bû... Yê guherî ew bû ku, Gilgamêş têgihîştîbû ku xwasteka wî xwastekeke sivik, egoîst, xwebîn, jirêzê, xwastekeke bêwate û tênik bû, ango Gilgamêş di dawî ya rêwitiyê de, xwe gihandîbû asteke "watekûriyê"...
Encam... Di encamê de Gilgamêş ew giha nexwar, ew derman ne lixwe kir... Pişta xwe zivirand wê dermanê, wê îmkanê, wê derfetê... Lê bi vî şiklî, bi vîna xwe, bi îrada xwe ve Gilgamêş, bû "Însaneke nemir", bû "Gilgamêş" bixwe...
***
Gilgamêşên îroyîn jî keç û xortên Kobanê ne. Ewana, ne tenê şervan in, yên ku ew Gilgamêşan tenê wek "şervan" bibînin, ji zanîna dîrok dûr in, ji zanîna mirovahê şaristaniyê, ji zanîna wêje, wate û watedayîna însanetiyê bêhay in...