Komeke parêzer û çalakvanên civaka sivîl, li Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, ji ber belavkirina erd li hinek rojnamevanên diyar, giliyê serokê berê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîra berê ya şaredariyê Newroz Mewlud, kirin.

Parêzer Goran li ber derê Desteya Destpakî ya herêmê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Goran got, di kabîneya berê ya hikumetê de, komeke rojnamevan, hunermend û kesên diyar, bi navê benzînxane, cihê şûştina otomobêlan di nava bazarê de erd wergirtine. Goran got, ev erdê hatî dayîn jî bi nirxek bilind hatine firotin.

Parêzer Goran diyarkir ku ji bo vê jî wan li Destya Destpakî giliyê serokê berê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê û wezîra Şaredariya berê kirine.

Goran di dewamê de bang li hikumeta nû kir da ku bi awayekî vekirî reforman pêk bîne û biryarên berê hemûyan yên li ser belavkirina erdan betal bike.

 

ROJNEWS/HEWLÊR