HPG’ê encamên şerê berxwedana li Kurdistanê jî par ve kir û got, di pêngava şoreşger a Şehîd Arnos de 31’ê Cotmehê saet 11:00´an gerîlayan ji 4 baskan ve li artêşa Tirk a li ser Girê Elîşêr ê li navçeya Colemêrgê Geverê xistiye. HPG dide zanîn ku di dema çalakiyê de hêzên wan ên gerîla bi hawan û doçkayan li gir dane û di encamê de bi giştî 36 esker hatin kuştin. HPG ragihand ku hêzên wan çûne ser 19 cenazeyan, çekeke BKC, 2 çekên HK-33 û dermanceyeke eskerekî payebilind çeperên eskeran rakirin.

HPG´ê der barê çalakiyê de wekî din da zanîn ku artêşa Tirk bi piştgiriya helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine. HPG´ê ragihand ku diçalakiyê de 4 gerîlayên wê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane û çalakî ji bo bîranîna “Şehîd Medenî û Şehîd Ekîn” û hemû rêhevalên wan ên “li girê Elîşêr şehîd bûyî”, hatiye lidarxistin.

 Dronek hate xistin

Li aliyê din gerîlayên HPG´ê balafireke keşfê ya bê pîlot li herêma Şehîd Rojhat a navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê difiriya, bi derbên çekên ferdî,  xistin. HPG´ê da zanîn ku ev balefira drone di destê hêzên wan de ye.

 Medyaya Tirk derewan dike

Têkildarî derewên medya şerê taybet a dewleta Tirk de jî HPG´ê got, “Kesekî ku li nava refên me bû û ji ber ku sûc kiribû hatibû girtin, piştre reviya, bi rengekî nepixandî di çapemeniyê de tê nîşandan. Ev yek bêçaretiya dewleta Tirk, bibinketina wê nîşan dide.” 



 NAVENDA NÛÇEYAN