
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, bi nêzîkbûna dema hilbijartinên rêveberiyên herêmî, bajar û navçeyên wê bi alên YPG, YPJ û TEV-DEM´ê û şiarên hilbijartinê dixemilîne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî û TEV-DEM’ê bi nêzîkbûna qonaxa duyemîn a hilbijartinan 600 alên YPG/YPJ, 300 alên TEV-DEM û 300 wêneyên Rêberê Gelê KurdAbdulahOcalan, her wiha 200 pankartên bi nivîsên derbarê federaliyê û civaka xwezayî de ku bi zimanên Kurdî û Erebî hatibûn nivîsandin, wê daleqîne. Al û pankart wê li navçeya Silûk û gundên wê, bajarokê Becilyê, Hemam Turkman, Girê Spî û gundên wê û navçeya Girê Spî û gundên rojavayê kantonê bêtin daliqandin. Daliqandina wêne û pankartan îro destpê dike.
GIRÊ SPÎ