Li Başurê Kurdistanê rewşeke gelekî hestiyar û bi kirîz heye. Di nava civakê de nebûna xizmetguzariyê, ne zelalî di firotina Pertolê de, pir pirsgirêkên din ên rojane alozî û nearamiya di asta herî jor de bi xwe re aniye, niha jî bi kirîza "Serokatiya herêmê" re rû bi rû ye.
Ev 2 meh in ku 5 aliyên siyasî ya hikûmeta herêmê PDK, YNK, Gorran, Yekgirtû û Komel li ser pirsgirêka serokatiya herêmê di kêşmekêşê de ne. Nava civakê de rojevek ava kirin ku ji bilî parçebûnê tiştekç din bi xwe re neaniye. Eger ev kêşmekêş bi rengekî bihata kirin ku çareseriya li gorî berjwendiyên civakê bûya, dikarîbû ku pir di demeke kin de were çareserkirin.
Lê ji ber ku ev kêşmekêş ji pirensîpên demokrasiyê bêpar in tenê kirîz ji bo Civakê aniye.
Tekane tişta zelal: ji bilî PDK´ê, partiyên din dixwazin Serokê Herêma Kurdistanê M.Barzanî ku dema serokatiya wî di 20´ê Tebaxa 2015´an de bi dawî bûye, neye dirêjkirin û li gorî qanûna di 30 hezîrana 2013´an de bi desteka YNK´ê ji bo PDK 2 salan hatibû dirêj kirin bi dawî dibe û divê serokeke/î din werê hilbijartin, lê li ku derê werê hilbijartin? Gelo li Perlemanê yan jî di nava Gel de?
Niha PDK bi ti rengî qebûl nake ku serokê herêma Kurdistnê werê guhartin û dixwaze ji bo 4 salên din dema erka wî werê dirêjkirin, bi vî rengî jî dibe 2 sal ku M.Barzanî serokê herêmê ye, herweha jî dixwaze Serokê herêmê di nava gel de werê hilbijartin û desthilatên saziya serokatiyê neyên kêmkirin.
Lê partiyên din bi israr dixwazin li gorî pêşnûma qanûna ku 23´ê Hezîranê li Parlemanê anîn rojevê û şandin Komisyona Qanûnsaziyê ji bo ji nû ve sererastkirinê, berovajî PDK´ê dixwazin Serokê herêmê li Parlemanê werê hilbijartin û desthilatên wî werin kêmkirin, hem jî di dema pêwîst de jî lêpirsîn derheqê serokê herêmê de were kirin. Jixwe hemû parlemanterên PDK´ê li hemberî hemû cureyên çaksazî derdikevin ji bo çareserkirina pirsgirêka desthilatdariya Serokê herêmê.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên Başurê Kurdistanê, PDK ji bo ku ev pêşnûma nebe qanûn 23´yê Hezîranê û şeva 18/19 Tebaxê, hem lobî û hem hewildanên şantajê, hem jî rêbazên bi derfetên madî nermkirinê li hember parlemanteran bikar anîn, van rêbazan li hemberî hin parlemanterên Yekgirtû encam girtiye û hin ji wan roja 19´ê Tebaxê neçûn parlemanê. Parleman nekarî hejmara pêwîst kom bike ji bo vê pêşnûmeyê bike qanûn.
Kêşmekêşeke heta niha di qonaxeke dîrokî de yan wê sîstema berê dewam bike yan jî wê sazîbûna demokratîk bi pêş keve. Lê gelo şert û mercên sazîbûna demokratîk heye? Gelo yên li hember sîstema bi zêhniyeteke navendî ne, xwedî plan û projeyên demokratîk in? Jixwe pirsgirêka herî mezin ev e, ji ber ku zemînê ku PDK di zêhniyeta xwe de israr bike nemaye, guhartin li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Rojava û li herêmê bi giştî derfetê nade ku vê siyaseta xwe bidomîne, Yê hene jî tekane li ser çewaniya parvekirina desthilatdariyê kêşmekêşa wan didome. Niha li Hikûmeta Herêma Kurdistanê her 5 aliyên siyasî hene, lê mînakeke pir balkêş heye ku dikare tevahî sîstemê û nêzîkatiyetên partiyên wê raxe ber çavan.
Wezareta malî derbarê hin pereyên firotina petrolê de ji alî wezareta çavkaniyên xwezayî hin tiştên hişê mirov dide sekinandin eşkere kiriye, çi ne gelo? 25 Milyon dolar ji bo pirsgirêka dadgeha li derveyî welat, kîjan dadgeh? Nediyar e û detay nînin, lê li gorî agahiyên hin kesên nêzî van pirsgirêkan, ev pere di dadgehkirina şirketa Dana Gaz û hin şirketên din de hatine dayîn û wezaret di van dozan de bi bin ketiye, lê ji devê xelkê feqîr girtine û dane şirketê. Wekî din ev pere çawa hatine dayîn û çima ti agahî naye dayîn. Di heman rapora wezareta malî de tê gotin, 10 milyon dolar ji bo meaşê herdu lîwayên ser bi wezareta çavkaniyên xwezayî ji bo Gulanê hatine dayîn, lê pirs ew e ka meaşê wan çi qas e? Jixwe lîwa 3 hezar kes in û du lîwa jî dikin 6 hezar kes, eger her kes 700 dolarî bistîne, dike 4 milyon û 200 hezar dolar, çi bi serê pereyî mayî hat? Ne diyar e. 10 Milyon dolar ji bo wezareta Perwerde ji bo kirîna kitêban, gelo ev reqem ne xeyalî ye? Dîsan, di heman raporê de tê gotin, 5 Milyon dolar ji bo paqijkirina navçeyekê hatiye dayîn, çavdêr dîsan dipirsin çima navê navçeyê nediyar e, û gelo navçeyek heye li Başûr ku ewqasî qirêj be ku hawceyê 5 milyon dolar be ji bo paqijkirinê?
Bala xwe bidin parlemanterê herêmê yê di komisyona aborî û malî de Dr. Şêrko Cewdet çi dibêjê "pirsgirêka nedayîne maeşê girêdayî sîstema rêvebirinê ye ku parleman nikare lêpirsînê li wezîran bike."
Ev rewşa malî û raporên wezaretên hikûmeta herêmê ne û ev çend meh in jî meaş nadin karmendan, gelo navê vê tiştê çi ye? Li welatê wer, 10 salan yek serok be û ew qasî nelirêtî lê hebe, mirov fam dike ka çima ew qasî israr dikin ku girêdayî kûrsiye desthilatdariyê bin.