Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza gel li hemberî bajaroka Şedadê û gundewarên wê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne, di 16’ê sibatê de operasyon da destpêkirin. Operasyona ku gelekî girîng tê dîtin, dom dike û rizgarkirina vê herêmê wekî “mîsogerkirina herêma Kantona Cizîrê” tê binavkirin.
Gelo girîngiya vê herêmê ji ku derê tê, cihekî çawa ye û rizgarkirina wê dê bê çi wateyê? Li ser van mijaran me jî lêkolînek biçûk kir.
Şedadê
Şedadê bajarokek girêdayî parêzgeha Hesekê ye û 50 km dikeve başûrê wê. Bajarok li ser çemê Xabûrê hatiye avakirin û li derdora wê jî bi dehan gund û gundik hene. Di heman demê dikeve ser sînorê navçeya Şengal a Musilê ye. Navenda bajarokê 47 km durî sînor e. Piraniya niştecihên Şedadê ji gelê ereb in, ew jî zêdetirîn ji eşîra Cebûr in. Li gorî serjêmiriya sala 2004`an hejmara şêniyên navenda Şedadê û gundewarên wê 58 hezar e.
Derbarê dîroka wê de agahiyên cuda cuda hatine nivîsandin, lê noqteyên hevpar ew in ku ev herêm jî cihekî kevnare ye. Li gorî hinek çavkaniyan herêm di demên berê de yek ji wargehên Asurî-Suryaniyan bû.
Sînorê Cizîrê diyar dike
Yek ji girîngiyên bajaroka Şedadê cihê wê yê cografîk e. Ev herêm ji aliyê bakûr û başûr ve Dêr El-Zor û Hesekê, ji aliyê rojhilat û rojava ve jî Reqa û Musilê bi hev ve girê dide. Lewre wekî cihekî stratejîk tê dîtin. Dîsa wekî sînorê başûr ê Kantona Cizîrê tê zanîn.
Çavkaniya aboriyê
Herêm di warê aborî de jî dewlemende. Li herêmê gelek bîrên neftê û navenda gazê heyê. Piştî herêma Rimêlan li herêma Cizîrê duyemîn navenda mezin a neftê ye. Beriya aloziya li Suriyeyê di şîrketa li vir de 6 hezar kesan kar dikirin. Lê gelê herêmê ji vê dewlemendiyê tu sud wernedigirt û hemû berheman ji aliyê rejîmê dibirin bajarên wekî Hums, Latkiyeyê. Her wiha gelek çandinî jî lê tê kirin. Ji bo çandiniya avî jî, li ser Çemê Xabûrê bendavek hatiye çêkirin. Lê ji bendavê ceyran jî tê bidestxistin.
Bû hedefa talankeran
Bi destpêkirina aloziya li Suriyeyê re, komên di xwestin ji aloziyê feyde bigirin û talanê pêk bînin, destpêkê berê xwe dan navendên aboriyê. Lewma yek ji hedefên van koman jî Şedadê bû. Dema ku serhildanên gelên Suriyeyê ji aliyê hêzên derve ve ji bo berjwendiyan hatin bikaranîn, îradeya gel derneket holê û şoreş ji xeta wê hate derxistin, komên radîkal daketin van bajaran. Koma ku destpêkê ket Şedadê jî çeteyên Cephet El-Nusra bû. El-Nusra di 14’ê sibata 2013’an de bajarok dagir kir û destpêkê midûriyeta şîrketa neftê bidest xistin. Gelek xebatkarên wê jî kuştin.
Nusra bû DAIŞ
Piştî ku El-Qaîdeya Iraqê û Suriyeyê, ango Dewlet Îslam El-Iraq û El-Nusra di bin navê DAIŞ’ê de bûn yek, êdî ev herêmî ket bin dagirkeriya DAIŞ’ê. Ji 7’ê sibata 2014`an de li Şedadê êdî li şuna navê El-Nusra DAIŞ hate bikaranîn.
Navenda veguhestin û bazirganiyê
Rêya kevin a navdewletî ku ji Musilê diçe Reqayê di Şedadê re derbas dibe. Dema ku DAIŞ’ê hem li Iraq, hem jî li Suriyeyê gelek cih dagir kirin, Şedadê jî bû yek ji navendên wan ên veguhestina çeteyan. Ango di navbera Musil û Reqayê ku çete wekî paytextên xwe binav dikin, bû deriyê derbaskirina mirov, çek, neft û hwd. Çeteyan ji vê herêmê bazirganiya neftê jî dikirin. Bi taybetî jî bazirganiya wan a bi Tirkiyeyê re gelekî bû rojev. Yek ji cihên ku Rusyayê digot tirimpêlên neftê jê derketine û di ser Başûrê Kurdistanê re derbasî Tirkiyeyê bûne jî ev der bû.
Li gorî agahiyên ku Wezareta Parastinê ya Rusyayê di 2’yê kanûna 2015’an de bi riya çapemeniyê belav kirin, çeteyan zêdetirî 2 milyon û nîv dolar pere qezenç dikir. Dîsa li gorî wezareta Rusî, çeteyên ku neft di ser Ezaz û Rîhaniyê re derbasî Tirkiyeyê dikirin, li beramberî wê çek û cebilxane digirt.
Çeteyên DAIŞ’ê her wiha herêma Şedadê ji bo parastina Dêr El-Zor jî wekî kelehek dawî bikar dinaîn. Nexasim ji başûrê Şedatê heta Dêr El-Zor çol e û wargeh nîn in.
Ji vir êrîşî Şengalê kirin
Çeteyan Şedadê di heman demê de wekî navendek êrîşên li ser Kantona Cizîrê bikar di anî. Ji vê herêmê gelek êrîşên bombeyî li ser herêma Hesekê çêbûn û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da. Lê hovîtiya çeteyan a herî mezin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê çêbibû, ji vir jî çavkaniya xwe digirt. Ango çeteyan ji Şedadê jî êrîşî Şengalê kirin. Piştî hovîtiya ku li Şengalê pêk anîn jî, gelek zarok û jinên êzidî yên ku revandibûn, anîbûn Şedadê û ji wir derbasî Reqa û Dêr El-Zor kirin. Li gorî hinek çavkaniyan çeteyan 300 jinên êzidî di ser Şedadê re belavî cihên dibin dagirkeriya xwe de kiribûn.
Her wiha li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê, pêşmergeyên ku çeteyan girtibûn jî, anîbûn Şedadê û demekê li wir hiştibûn.
Asurî revandibûn Şedadê
Çeteyên DAIŞ’ê di dema êrîşên xwe yên li ser xeta Xabûrê ya Til Temir ku hemû Asurî ne de, gelek welatiyên Asurî revandibûn û ew jî biribûn Şedadê. Piştî demekê hinek ji wan dîsa li Şedadê hatibûn berdan.
Şêniyên bajarokê neçarî revê kirin
Çeteyan ji bilî herêmên din, zulmek mezin li şêniyên bajarokê bixwe jî kirin. Ji ber zulma wan jî bi hezaran kesan koç kirin û gelek ji wan li Kantona Cizîrê bicîh bûn, beşek jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Li aliyê din çeteyan gel mecbûrî îmzekirina peymanekê dikir û tê de dibêje, “Eger xwediyê malê di nava 15 rojan de venegere, mala wî dibe aydê çeteyan.” Çeteyan tenê ji Mehasin 25 kes înfaz kirin.
Rizgarkirina herêmê tê çi wateyê?
Dema ku hêzên QSD’ê hatin avakirin û herêma Holê di 13’ê Mijdara 2015’an de rizgar kirin, hêviya gelê Şedadê jî zêdetir bû. Lewma ji QSD’ê xwestin ku herêmên wan jî rizgar bikin. Li ser vê yekê hêzên QSD’ê hemleya rizgarkirina herêma Şedadê da destpêkirin.
Rizgarkirina Şedadê ji bo gelên herêmê tê wateya mîsogerkirina ewlekariyê. Rêya Musil û Reqayê tê girtin û ev jî ji bo çeteyan dibe derbeyek mezin. Her wiha herêma herî dawî ya Kantona Cizîrê ji bin dagirkeriya çeteyan tê rizgarkirin. Ji başûrê Şedadê heta Dêr El-Zor çol e, lewma çete wê neçar bimînin ku heta Dêrê biçin û talûkeya êrîşên li ser herêma Hesekê jî kêm dibe. Dîsa ji bo Şengalê jî dibe ji holê rakirina talukeyeke din.
Li gorî hinek saziyên ragihandinê çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku vê herêma stratejîk winda nekin, li Reqayê civînek çêkiriye alîgirê Ebubekir El-Bexdadî yê bi navê Ebu Decane El-Iraqî û Emîrê Reqayê Ebû Luqman jî amade bûne.
NESRÎN EBDÎ