Hetanî mirov rastê rûdan, tengasî û karesetekê neyê nirxên rastiya neteweyê tênagihîje. Şikandina peykerê Ehmedê Xanî di vî warî de bû wekî teqîneke li ber çavan raxistina hemû reng û rûyan. Ev êrişa li ser nirxê neteweyî bû pêpilika qonaxeke dîrokî. 

Kom û partiyên ji civakên cigehî û herêmî dûr in, di nav torbenda bîrdozên serdest û dagirkeran de ne, tenê li gor berjewendî û daxwaziyên serkariya serdest tevdigerin. Daxwaz, nirx, dîrok, çand û zimanê gelên cigehî, netewe û kêmneteweyan zêde bala serkariya serdest û dagirkeran nakişîne. Eger serkariya serdest bişaftin jî bingeh girtibe, di rêvebirin û xwerû jî di şaredariyên herêmî de hê bêwijdantir dibe û dixwaze hemû nirxan têk bibe ku bikane yek rengî serdest bike. 

Kom, komik û pertiyên piçûk bi giranî li gor cihana xwe ya teng, bi hêviya bala çend kesan kişandinê bi zimaneke redîkal hîtap dikin. Yên xwedanê meylên reformîst in jî, ji bo xwe parastinê gelek caran di siya serdest û dagirkeran de tevdigerin û êrişê hêza netewe û kêmarên ku dikanin bi partiyên neteweyên serdest re têkevin nava rikberiyeke tund û di warê siyasî de gelek gavên kêrhatî bavêjin, dikin.

Ev dîtina birêz Selîm Temo ji bo têgihîştina aliyeke rastiyê pir girîng e. “Rewşenbîrên Kurdên muhafazakar ên bêhna xwarinên sofreyên efendiyan girtine, hewl dan ku bi nêrîneke rastgir hin nav û remzên girîng ên çanda Kurd di nav çanda serdest de kedî bikin. Li gor wan remzên wek Xanî, Cizîrî tenê şêyxên medreseyan e.”

Di dema hilbijartinên herêmî, ango şaredariyan de hemû kom, komik, partîyên navên Kurd û Kurdistanî li xwe kirine, ji bo ku HDP bi ser nekeve; çi ji destên wan dihat, kirin. Lê van heman derdoran li hemberên partiyên neteweya serdest, partiya serkariyê ti helwêsteke dijber nîşan nedan, heta bi hin tevgerên xwe ne rasterast jî be silav dikirin. Hin ji van kom û komikên  hêviyên xwe bi partiya dagirker ya li ser kar ve girêdabûn.

Bi taybetî jî vê gotina xapandinê ya partiya desthilatdar “Em ê muhatabên nû biafirînin!” hêviyeke mazin dabû van derûdoran. Ji wan were, bi pelişandine HDP wê rewşeke defakto ya wekî dema DYE li Saddam xist li Başûr derket hole û partiyê Başûr li ser rûniştin, derkeve pêş wan jî.

Bi vê ve girêdayî dema şaredarên HDP hê li bajaran li ser kar bûn, van partî, kom û komukan êrişê her hewldan, her karên şaredariyên HDP dikirin. Gotineke wan a piçûk jî dikirim mijareyên pir mezin û di medya dîjîtal de direqisandin. Gelek caran ev dikirin dilqê îxbarkirinê ku zirarê bidin şaredariyan. Hemû karên şaredariyan piçûk, alîgir û şaş didîtin.

Piştî şaredarên HDP hatin girtin. Kayûmên di xizmet û fermana partiya dagirker de bi koteka dewletê hemû şaredarî desteserkirin, rû û rengên her kesî bê kêmasî zelal bû. Lê derdorên bi dehan salan e ku di nava heman gemarî de, heman helwestên ku xwe çendbare dikin, di cihê rastiyan bibînin û bipejirînin de dîsa li rûpoşan digerin.

Dema em piçek li pratîkê dinêrin. Dibînin ku kayûm çawa hatin, berê tabeleyen navên Kurdî rakirin û avêtin, karmendên welatparêz ji kar dûrxistin, xizmetên ji bo bajêr dan rawestandin. Kurtêlxwirên partiya serdest li dora xwe civandin. Avahiyên şaredariyan zivirandin qereqolên dagirkeriyê.

Di warê kurdewarî yan jî welatparêziyê de şaredariyên HDP li gor derfetên xwê hêdî jî ba, hin bingeh dadianîn. Mirov dikane van nirxên welatparêzî bi kurtî rêz bike: 

– Navên kolan û xiyabanan, navê parq û qadên bajaran bi navên navdarên Kurdistanî xemilandin.

 – Li parq û qadan bajarana peykerên navdarên kurd, bûyarên netewa kurd niakne ji bîr bike, hatin danîn

 – Bi derfetên kêm jî be li gelek bajaran dibistanên kurdî hatin vekirin.

 – Komên şanoyên bajaran hatin demezrandin.

 – Di pirtûkxaneyan de gav bi gav pirtûkên kurdî hatin bi cih kirin.

 – Pêşangehên pirtûkên kurdî hatin vekirin û fînansekirin.

 – Derfetên birêkxistin û xwe fînansekirina jinan hatin afirandin.

Bi gotineke kurt û kurmancî li bajarên kurdan bi gavên piçûk jî be ronensaseke kurd û kurdistanî destpekir.

Bêguman kêmasiyên wan jî hebûn, lê bi dîtina min bi piranî ji ber bê derfetî û çewisandina serkariya dagirkeran bû.

Du pirs

1 – Gelo yên êrişê şaredariyên HDP´ê dikirin, yên ji bo HDP di şaredariyan de bi ser nekeve çi ji destê wan dihat, dikirin NIHA ŞERM DIKIN?

2 – Yên bi tu awayî partiya desthilatdar rexne nekirin û niha jî li hember kirinên Kayûman bêdeng in, fedî dikin?