Li bakurê Kurdistanê pêvajoya aştî û çareseriyê bi slogana “bera êdî dayik negirîn“ hatibû destpêkirin. Di nava xelkê de jî kî bahsa sekinandina şerê di nava dewleta Tirk û Kurdan de dike, bi heman hevokê dest bi gotina xwe dike: Bera êdî dayik negirîn!..

Wexta mirov vê gotinê ji devê kesên ku ji ber şer canê wan êşiyaye û ar ketiye dilê wan dibihîse belkî maneyekê dide wê. Lê li hêla din di pratîkê de pirr caran aşkere bûye; ku wexta rayedarên dewleta Tirk vê gotinê tînin zimên, wê çaxê wekî ku nîşana bêxêriyê tê dayîn, mirov dikeve nava tirsê. Rayedarên dewletê û yên hikûmeta Tirk vê gotinê mîna gotineke şerê psîkolojîk bilêv dikin. Bona xapandinê û hêvîşkestina Kurdan bikar tînin…
Û piştî ewqas gavên pratîkî ên Tevgera Kurd û aşkerekirina jidilbûnê dîsa dayikên Kurd ji hêla dewleta Tirk ve tên giriyandin. Hefteya çûyî li Geverê polîsên Tirk êrîş birin ser koma ku daxuyaniyeke çapemeniyê dida û 2 kes ji wan kuştin. Paşê li seranserê bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin li darxistin û dîsan polîsên Tirk êrîş birin ser xelkê û bi dehan kes birîndar kirin, bi dehan kes jî girtin bin çavan.Heta niha di derbarê kuştina 2 însanên Kurd, ji hêla dewletê ve ne daxuyaniyek hat dayîn, ne jî li dijî polîsên kujer dozek hat vekirin…

Dîsa Kurd mirin û dîsa dayikên
Kurd giriyan…
Pratîk careke din radixe ber çavan, ku feraseta dewleta Tirk qet neguheriye. Hên jî hebûna Kurdan ji xwe re wek pirsgirêk dibîne û wekî pratîka 90 salên dawî, tenê înkar û tunekirinê dike para Kurdan. Serdestên Tirk, dixwazin Kurdan ne li serê çiyan ne jî di nava siyaseta legal de bibînine. Kurdan siyaseta çekdarî da sekinandin, lê ji wan re pêşiya siyaseta demokratîk nehat vekirin. Bahsa pêvajoya aştî û çareseriyê were kirin jî, hikûmeta Tirk vê pêvajoyê bona bêîradehiştina Kurdan bikar tîne. Bona vê yekê jî, dev ji pêşîvekirina siyaseta demokratîk berdin; polîsên Tirk rojane Kurdên ku mafê xwe yên demokratîk bikartînin, dikujin, bi çekan birîndar dikin, digirin binçavan û îşkence lê dikin. Kurd bi tu awayî nikanin daxwazên xwe bînin zimên, bi aşkereyî birêxistinî bibin, maf û nirxên xwe bi qanûnî bikar bînin. Dewlet û hikûmeta AKP’ê naxwazin Kurdan wek xelkekî bi îrade bibînin. Di encamê de jî dewlet bi her hêzên xwe ve êrîş dike û li hemberî vê yekê jî helbet Kurd xwe diparêzin û wê bi her hêza xwe xwe biparêzin jî.
Rastiya Kurd û Kurdistanê li hember ewqas dijminatî û êrîşan îro bandora xwe li siyaseta tevahiya li Rojihilata Navîn dike. Di nav pêşketinên li tevahiya Kurdistanê û yên li tevahiya Rojhilata Navîn de Kurd deriyên kevin ên bêstatûyê êdî digirin û bi têkoşînê deriyê azadî û demokrasiyê vedikin. Di rewşeke werga de giriyê dayikan jî, tevahiya Kurdan sewa statûyekî serbixwe û azad mecbûr dihêle.
Li seranserê Kurdistanê hêz û saziyên dewletan gişt hên jî tenê xwedî rolekî astengkirin û tunekirin maf û nirxên Kurdan e. Bona vê yekê jî parastina hebûn û nirxên Kurdan tenê ji Kurdan bi xwe re dimîne. Polîtîkayên serdestan ji her hêlan ve mecbûr dihêle, ku Kurd xwedî rêxistin û navgînên xweparastinê bibin. Him parastina destketiyên heyî him jî bona yên ku werin bi dest xistin, konjonktûra îroyîn xweparastinê wek barekî sereke dide ser milê Kurdan…
Kî çitûlî fam dike bera bike; xweparastineke ne tenê bi çek, a bêyî çek jî lazim e; ji perwerdeyê heta çandê, ji karên şaredariyê heta saziyên aboriyê di tevahiya jiyana civakî de ji heft salî heta heftê salî birêxistinîbûn divê. Divê her warê jiyanê ji bandora sazî, çand û nirxên serdestan re were girtin û jiyan bi giştî bi nirx û mentalîta Kurdî û kurdewarî were birêxistinîkirin…
Bi kurtahî; hebûn, jiyan û sekinandina giriyê dayikan bêyî xweparastinê nabe…