Di encama peymaneke navbera DYE û Îranê de girtî bi hev hatin guhertin. Mesûd Suleymanî yê li DYE’yê girtî û Xiyûe Wang ê Emerîkî yê li Îranê girtî Şemiyê hatin berdan. Serokê DYE’yê Trûmp di mijara guhertina girtiyan de spasiya Îranê kir û got, “danûstandineke wekhev bû.” Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf jî got,’’Em kêfxweş in ku Profesor Mesûd Silêmanî û malbatên Xiyue Wang li hev rûniştin’’.
NAVENDA NÛÇEYAN