Piştî çend hefte berê li Girtigeha Mûşê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Lîzê Aydin Kaya yê 30 salî jiyana xwe ji dest da, niha jî girtiyê bi navê Suleyman Acar ê bavê 7 zarokan ku ji doza KCK'ê dihat darizandin jiyana xwe ji dest da. Acar ku 6 meh berê hate girtin, li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê xwîn çû navdilên wî û jiyana xwe ji dest da. Di 17'ê Heziranê de hevsera Acar Makbule Acar, bi ajansa DÎHA'yê re aşixî bû û bal kişandibû ser tenduristiya hevserê xwe. Makbule Acar, diyar kiribû ku piştî hevserê wê rakirine nexweşxaneyê 4 roj şûnde rayedaran ew agahdar kirine û destûr nedane ku bi hevserê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Makbule Acar, fikara xwe anîbû ziman û diyar kiribû ku ji jiyana hevserê xwe bi fikar e.
Acar, anîbû ziman ku rewşa hevserê wê nebaş e û beriya bê girtin ajokarî dikir û di dawetan de li saz dixist û stran digotin.

Acar li Sîlopiyê hate definkirin
Cenazeyê Acar per li Goristana Sîlopiyê ya Şirnexê bi girseyî defin kirin. Girtiyên ku bi nexweşiyên giran in, ji ber nayên dermankirin û serbest nayên berdan jiyana xwe ji dest didin. Malbata Acar piştî cenazeyê Acar ji nexweşxaneyê wergirtin birin navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Seroke Diyar TUAD-DER'a Amedê Sirri Dogan û reveberên BDP'ê li gel malbatê cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirtin û ber bi Sîlopiyê ve şandin. Malbatê piştî cenaze wergirt, di saetên deregn de gihiştin Sîlopiyê û li Sîlopiyê cenaze defin kirin. Li ser daxwaza Acar, cenazeyê Acar li gel gora dayika wî hate definkirin.

DÎHA/AMED