Parêzer Azad Mete yê ku li 1’emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin bi rêya postayê ji hêla malbata wî ve pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şandin. Komîsyona nameyan dixwîne piştî lêkolînê di 9’ê îlonê de biyar girt ku pirtûka Ocalan “bifikar e” û di 15’ê îlonê de biryar teblixî Mete kir. Di nivîsa ku hat teblîxkirin de ev tişt hatibû nivîsandin: “Dokumanên ku ji hêla malbata hikumxwar Azad Mete ve hatiye şandin ji hêla komîsyona nameyan dixwîne ve hatiye lêkolînkirin. Piştî lêkolînê dokuman şandine lijneya dayînê.
Di encama lêkolînê de bendên ku ji pirtûka qedexekirî ya pêşkêşî Dadgeha Makezagonê hatiye kirin têde hebûn û her wiha lijneya çavdêrî û îdareyê biryar daye ku dokumanan nede xwediyê wê, ev biryar bi yekdengî hatiye qebûlkirin.” Pitûka ku ji hêla rayedarên girtîgehê ve wekî “bifikar e” hat dîtin û neda Mete di biryara Dadgeha Makezagonê de ev tişt dihat gotin: “Berhevkirin, desteserkirin û îmhakirina pirtûkê binpêkirina mafê belavkirina fikir û ramanê ye. Her wiha fikir û zanyariya xwe bi awayekî serbest belavkirin parçeyeke azadiya ramanê ye. Ji ber vê yekê ev berhema ku li ser wê biryara qedexekirina çapa wê û berhevkirina wê mudaxelekirina fikir û ramanê yên serlêdan kiriye.”
Parêzer Azad Mete ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeriya Înfazê da. Mete di serlêdanê de diyar kir ku ev biryara ku bi kêfî hatiye wergirtin derveyî hiqûqê ye. Parêzerê Mete Meryem Kavak anî ziman ku mafê rayedarên girtîgehê yên lêkolînkirina materyalên tên girtîgehê heye û wiha axivî: “Lê belê tu îdare nikare biryara dadagehê ji nedîtî ve were û wê tune bihesibîne. Ev yek derveyî hiqûqê ye û biryareke kêfî ye.” Mete û parêzera wî ji bo sererastkirina biryarê dê dozê bibin Dadgeha Makezagonê.
DÎHA/ENQERE