"Heke dayîk û bavê min li ba mebûna dê hê baştir bûma." 4 Xuşk û bira ji ber tengasiyên aborî derbasî ba xaltîka xwe ya navçeya Qoserê bûn.
Piştî ku dayîk û bavê Nûrî Aslanê 18 salî Emîne Aslan û Abdullah Aslan di dîrokên cihê de di bin navê operasyonên KCK'ê de hatin girtin ji ber tengasiyên aborî bi 3 xuşk û birayênx we re ji Îzmîrê derbasî navçeya Qosera Mêrdînê bûn û li ba xaltîka xwe bicih bûn. Aslan travmaya ku piştî dayîk û bavê wî hat girtin vegot û diyar kir ku piştî her du hatin girtin wan zehmetiyên mezin jiyan e.

Dixwazin dîsa bên gel hev
Nurî Aslan ku di lingê wî yê rastê de gire derketibû û li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Tepecîkê bi emeliyateke serkeftî gire jê hat derxistin, 14 meh in dayîka wî û 10 mehin jî bavê wî girtî ne. Aslan diyar kir ku ji ber hem dayîka wî û hem jî bavê wî girtîne ew gelek zehmetiyan dikişîne û got; "Piştî ku dayîk û bavê min hatin girtin ev nexweşî bi min ket. Heke ew li ba me bûna dê hê baştir bûma. Tekane daxwaza me ew e ku em wekî malbatekê dîsa bên ba hev."
Xaltîka Nurî Aslan Sadiye Aslan jî diyar kir ku piştî xuşk û zavayê wê hat girtin zarokan tengasiyên aborî kişandine û anî ziman ku ji ber van tengasiyan wan zarok anîne navçeya Qosera Mêrdînê. Aslan da zanîn ku piştî xuşka wê 5 meh girtî man ew jî hat girtin, 2 meh girtî ma û ji bo serbest bê darizandin nû ji girtîgehê derketiye û wiha axivî: "Niha ez û dayîka min bi xwarziyên min re eleqeder dibin, lê ev cihê dayîk û bavê wan tijî nake. Zarok pêdivî bi heskirina dayîk û bavê xwe dibînin. Herî dawiyê di lingê Nûrî de gire derket. Me we razand nexweşxaneyê û belgeya razandina zarok me nîşanî dadgehê da. Lê dadgehê rewşa zarokan ji nedîtî ve hat."

'Rapor îmze nekirin'
Aslan anî ziman ku ji bo xuşka wê bê berdan wan xwestin ji nexweşxaneyê rapora heyetê derxînin û wiha pê de çû: "Dema ku nexweşxaneyê hîn bû ku dayîk û bavê zarok di girtîgehê de ye rapor îmze nekirin. Em li vê derê mexdur bûn. Em nikarin pêdiviyên dibistana xwarziyên xwe pêk bînin. Xuşka min nexweşê astimê ye. Di rojên borî de li girtîgehê dîsa felc derbas kiriye û ew rakirine nexweşxaneyê.


DENÎZ TEKÎN / DÎHA/ÎZMÎR