Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) girtiyên hev berdan.

Asayîşa YNK’ê li Germiyan Serxêl Ekber Rûstem kû endamê PDK’ê bû berda. Li beramberê vê yekê jî Asayîşa PDK’ê  Endamê YNK’ê Pêşrew Weysî berda.

Beriya niha çend roja li ser giliyê malekê Asayîşa YNK’ê li Germiyan endamê PDK’ê Serxêl Ekber Rûstem girtin. Li dijî vê yekê jî Asayîşa PDK’ê li bajarê Hewlêrê avêt ser mala Endamên YNK’ê û Pêşrew Weysî girtin. Heta endamê PDK’ê nehat berdan, wan jî endamê YNK’ê neberdan.

Ji derveyî endamê YNK’ê Pêşrew Weysî, Berpirsê Giştî yê pêşmergehên YNK’ê yên  li sînorê Mexmûr, Guwêr Xanim Sebah Nadir û parêzerê nêzî YNK’ê Herêm Refet ev zêdetirî 20 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin.

 

GERMIYAN