Li Başûrê Kurdistanê li hemberê girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê bi destê PDK’ê, her diçe nerazîbûn zêde dibin. 

Rojnamevan Ehmed Refîk, Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê (PZK) Şiwan Mihemed û Çalakvanê saziyên civaka sivîl û Endamê Koma Kerkûk a ji bo pirsên neteweyî Selaheddîn Sakey, girtina Deriyê Sêmalkayê şermezar kir û wan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî Kurdên li Bakur û Rojava bi kar bîne.

Rojnamevan Ehmed Refîk da xuyakirin ku girtina Deriyê Sêmalka biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê yan jî hikûmetê nîne û got, "Mixabin li Başûrê Kurdistanê hînê partiyek bi tenê dikare li ser navê tevahiya civakê biryarê bide."


‘PDK´ê ambargo datîne ser Rojava’

Refîk diyar kir, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka jî yek ji van biryaran e û destnîşan kir, ku PDK bi tena serê xwe van biryaran dide.

Rojnamevan Refîk da xuyakirin, ku Hewlêr têkildarî PKK û Rojava biryarekê li dijî polîtîkaya dewleta Tirk nade û bang li hêzên Başûrî kir da ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk hişyar bin, bi berpirsyarî tevbigerin û li cem gelê xwe cih bigirin.

Refîk di dewama axaftina xwe de got, îro dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê komkujiyê dike û wiha pê de çû: “Enfal û Helebceyên nû dike. Ya ku Saddam Huseyîn kir, ya ku Beşar Esad dike û ya ku niha dewleta Tirk dike ji hev ne cuda ne. Girîng e, partiyên li Başûrê Kurdistanê li pêşberî qewimînên li Bakur û Rojava bi berpirsyarî rabin. Bi taybetî divê xwedî li destketiyên li Rojava derkevin û bi her awayî destekê bidinê. Mixabin di vê mijarê de siyaseta dewleta Tirk giraniyê dide ser hin partiyan û ji ber hin tifaqên xwe, PDK ambargoyê datîne ser Rojava."


‘PKK nirxên neteweyî diparêze’

Rojnamevan Ehmed Refîk paşê got, li kîjan parçayê Kurdistanê dibe bila bibe, eger partiyek ji bo berjewendiyên xwe yên partiyî li hemberî berjewendiyên neteweyî disekine, hingî ew partî xiyanetê li neteweya Kurd dike û ji aliyê dîrokê ve ti carî nayê efûkirin.

Rojnamevan Refîk destnîşan kir ku siyaseta PKK'ê ya li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve tê pejirandin, lewma roj bi roj tevlîbûna li nava refên PKK'ê zêde dibe û wiha axivî: “Ji ber siyaseta şaş a hin partiyan, bi taybetî ya PDK'ê, li herêmê valahî derketiye holê û ji ber ku ev valahî rast û bi siyaseta neteweyî nayê dagirtin, fobiyeke PKK'ê derketiye holê. PKK tevgereke şoreşger e ku nirxên neteweyî bi awayekî serketî diparêze; lewma divê hemû hêz xwe ji vê fobiyê rizgar bikin.”


‘Ne helwêsteke neteweyî ye’

Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê (PZK) Şiwan Mihemed jî diyar kir ku girtina Deriyê Sêmalkan ne helwêsteke neteweyî ye û karekî ne rewa ye. 

Şiwan Mihemed diyar kir ku ew helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş nabînin û wiha dewam kir; "Em gelek nerehet in li hemberî vê helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê. Herwiha ji ber girtina Deriyê Sêmalka, nexasim di vê qonaxê de ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê sîstema federasyonê îlan dike. Pêwîst e hikûmet û aliyên siyasî bi erkê xwe yên neteweyî rabûyana. Hemû alîkariya pêwîst pêşkêşî gelê Rojavayê Kurdistanê bikiraya, ne ku derî li ser wan bigirta. Ji ber vê yekê ev helwêsta girtina deriyê sînor ji helwêsta neteweyî dûr e. Karekî ne rewa ye û xizmeta dijminê gelê me dike."

 

‘Ev xizmetkirina AKP'ê ye’

Çalakvanê saziyên civaka sivîl û Endamê Koma Kerkûk a ji bo pirsên neteweyî Selahedîn Sakey, diyar kir ku girtina Deriyê Sêmalka piştgiriya siyaseta Erdogan e û dikeve nav xeta  xiyaneta neteweyî de. 

Selahedîn Sakey got girtina Deriyê Sêmalkayê xizmetkirin û alîkarîkirina hikûmeta AKP'ê ye û wiha pê de çû: “Gelê Rojavayê Kurdistanê ev çend sal in ji bo bi destxistina mafên xwe xebatê dike, li ber xwe dide û têkoşîna wan berdewam e. Di rêya vê berxwedan û têkoşînê de bi sedan şehîd dane û serketineke gelek mezin bi dest anîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst van destketiyan napejirîne. Girtina deriyê sînor zextkirina li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev yek dijminahiyeke rasterast e li hemberî serketina Rojavayê Kurdistanê."

Selahedîn Sakey got, sîyaseteke wiha tenê xizmeta dagirkerên Tirk dike û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Pêwîst e her kes bi berpirsyariyên dîrokî û neteweyî nêzî mijarê bibe.”

Ji 16'ê Adarê ve girtiye

Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji 16'ê Adarê û vir ve li aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi biryar û fermana PDK'ê hatiye girtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN