Li ser mijarê em bi xebatkara Newroz TV´yê Zeyneb Murad re peyivîn. Murad da zanîn ku Eutelsatê roja Şemiyê bi rêya telefonê têkilî bi wan re daniye û gotiye, weşana wan wê roja duşemê (îro) li ser Hotbirdê êdî raweste. Murad da zanîn ku têkoşîna wan weke çapemeniya azad wê dewam bike.
Xebatkara Newroz TV´yê Zeyneb Murad got, saeta telefona hatî dayîn ew jî li kanalê amade bûye û ji wan re tu sedem ji bo rawestandina weşanê li ser Hotbirdê (Eutelsat xwediyê wê ye) nehatiye destnîşankirin û jixwe bi aweyekî nivîskî û fermî ti reşbelek jî li ber destê wan nîne.

DAIŞ, AKP û Îran dixwazin dengê Kurdan qut bikin

Li ser bibîrxistina dewra Tirkiyeyê û saziya wê ya radyo tevizyonê RTUK´ê di rawestandina weşana Med Nûçe TV´yê de Zeyneb Murad got, haya wan ji wê yekê heye û wê jî ji aliyê xwe ve bi bîr xist ku berê di navbera dewletên Îran û Tirkiyeyê de hevkarî hebûye û heta hevpeymanên wan jî hebûne û wiha dewam kir: „Em hemû dizanin ku ev desthilatdar dixwazin dengê gelên bindest û azadîxwaz qut bikin. Newroz TV televizyoneke pirreng e bi zimanên Kurdî, biyanî yên weke Farisî em weşanî dikin. Bi şêwezarên Kurdî Hewramî heye, Kelhûrî heye, Soranî heye, Kurmancî heye, Feylî heye. tevî van bawerî hene wek Yarsanan, Êzîdiyan, wek hemû civaka Kurdî û Kurdistanî û heta derveyî Kurdistanê wek ji Îranê jî pêkhate cihê xwe tê de digirin. Nûçeyên me ji bilî Kurdistanê, li ser Belûç û Azeriyan in jî. Lewma jî em dizanin têkilî di navbera van desthilatdaran de heye ku dengê van gelên azadîxwaz û bindest qut bikin. Ji ber wê yekê jî ez dibêjim, hetmen di navbera van hêzên desthilatdar de heye ku van hêrişan dewam bikin û pêşiyê li şoreşa gelan bigirin. Gelê Kurd îro li dijî hêzên wek çeteên DAIŞ´ê, AKP´ê û Îranê şoreşekê dike û berjewendiya van hîza ye ku dengekî, rengekî mîna yê Newroz TV qut bikin û reş bikin.”

Newroz TV wê rêya xwe bidomîne
Murad diyar kir ku rêveberiya Newroz TV biryar daye di warê hiqûqî de bikeve nava hewldanan li dijî biryara Eutelsatê û wekî din jî got, „Weke xebatkarên Newroz TV wê rê û şûnên qanûnî bidin ber xwe da ku nîşan bidin ku ev biryar nayê qebûl kirin û biryar biryareke siyasî ye.”

Xebatkara Newroz TV´yê Zeyneb Murad paşê bi bîr xist ku weşana televîzyona wan li ser Nilesatê dewam dike û ew ê weşana xwe xurt bikin û wisa dawî li gotinên xwe anî: “Nilesat weşana xwe nagihîne Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Weke xebatkarên Newroz TV em dixwazin vê soza xwe dubare ji miletê xwe re bidin ku em ê li ser rêbaza xwe dewam bikin û biryareke bi vî rengî qet nikare kar û xebata ragire. Wek rojnamevaneke jin, Newroz TV ya xwedî beşên taybet ji bo jinan, bultenên jinê, ez soza xwe dubare dikim ku biryareke wisa qebûl nakim û li ser karê xwe rêya xwe dewam bikim. “


LUQMAN GULDIVÊ