Hêzên Asayîşa PDK'ê roja 5'ê Hezîranê avêtibûn ser navenda Rêxisitna Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK), buro girtibûn û xebatkarên wê jî derxistibûn derveyî bajêr. Pirraniya wan ji Dewletên Yekbûyî Emerîkayê (DYE) 75 akademîsyen, rojnamevan û aktîvîstan ev yek şermezar kir. Di nava wan kesan de ku mora xwe danîne binê nameya di vî warî de ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye nivîsandin, gelek şexsiyetên navdar jî hene. Çend ji van xwediya xelata Pûlîtzerê rojnamevan Sûsan Falûdî, ji nivîskarên rojnameya The Natîon Katha Pollîtt, damezrînera Women's Global Leadershîp Charlotte Bûnch, Seroka Center for Secular Space Meredîth Tax û keça Murray Boockhin Debbie Boockhin e.

Nameya ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li DYE hatiye nivîsandin, êrişa li hemberî REPAK'ê, ji bo bêdengkirina dengekî serbixwe yê ji bo mafên jinan dixebite û serketina tevgera jinên Kurd a li Tirkiye û Sûriyeyê dixebite, dinirxîne. Di nivîsê de hebûna rêxistinên bi vî rengî yên civaka sivîl, ji bo dewlet û civakeke demokratîk weke heyatî tên binavkirin û girtina buroyê û derxistina ji Hewlêrê ya xebatkarên wê tê şermezarkrin. 

Name weha bi dawî dibe: "Ya ku ji neteweyên modern tê hêvîkirin, hewldaneke li gorî pîvanên dewleta hiqûqê û pêşîvekirina li rêxistinên civakî yên sivîl ên serbixwe ye. Lê belê PDK bi vê nêzîkatiya xwe ya li hemberî REPAK'ê nîşan dide ku li gorî pîvanên navneteweyî tevnagere. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku mafên REPAK'ê radest bike û astengiyên li pêşiya karên REPAK'ê yên li Hewlêrê rake." 


Li Ingilistanê jî piştevaniya REPAK’ê

Bi pêşengiya Însîyatîfa Jinan a Aştî ji bo Kurdistanê li Ingilîstanê jî piştevabiya ji bo REPAK´ê bi nameyeke vekirî xwe da der. Nameya ku helwêsta girtina buroya REPAK´ê şermezar dike, rewşa heyî  weke malkambax û ne rewa bi nav dike. Ev name jî bi vê banga li mesûd Barzanî bi dawî dibe: "Em bang li hikûmeta we dikin bi bayê bezê li helwêsta xwe ya li hemberî REPAK’ê ji nû ve bihizire. Li Brîtanyayê û li hemû dinyayê kesên ku dixwazin zext û zordariya li hemberî jinên Kurd bi dawî bibe, em dixwazin bibînin ku ofîsa REPAK’ê dîsa vebe."

Di nava piştevanên nameyê de Kampanyaya Dijberê Krîmînalîzekirina Civakan (CAMPACC), Estella Schmid, Kampanyaya Ji Kurdistanê re Aştî, Rahila Gupta, Nivîskar - Rojnamevan, Prof. Mary Davis, Prof. Penny Green, Margaret Owen,Dîrektorê Ji Bo Aştiya Bi Demokrasiyê Jinên Bî, Cynthia Cockburn, Lêkolîner û Nivîskar, Sarah Parker ji Haringey UNITY, Jan Jananayagam, Rêxistina Tamîlan li Dijî Jenosîdê, Lord Rea, Lord Dholakia, Dr Derek Wall,  Şêwirmendê Navnetewî yê Partiya Kesk jî hene.


 WASHINGTON / LONDON