
Serokê Sendîkayê Rojnamevanên Herêma Federal a Kurdistanê Azad Heme Emîn derbarê girtina Ozgur Gundemê de ji ajansa DÎHA'yê re axivî. Emîn diyar kir ku ew bi tûndî girtina Ozgur Gundem şermezar dikin û got, "Girtina rojnameyan pêşiya azadi digre. Ji ber ku azadiya medya, beşeke azadiya giştî ye. Ji bo wê jî ev girtin di heman demê de rêgirtina azadiya giştî ya gel e."
'Girtina rojnameyê îdamkirina rojnamevanan e'
Serokê Rojnamevanên Herêma Federal a Kurdistanê Azad Heme Emîn girtina rojnameyê û weke kuştin û îdamkirinê bi nav kir û weha got: "Girtina rojname, weke kuştina rojnamevanan e. Ji ber ku rojnamevan dinivîse û dibejê. Gava te rojname bigrî weke tû biryara îdamkirina komekê rojnamevan ye ku li wê qadê kar dikin didî. Bi girtina rojname tû pêşîya agahî dayîna rojnamevanan ji bo gel digirî. Ev jî li dijî hemû zagonên rojnamevanan ye netewî û navnetewî ye. Ti mafê dewletan nîne ku li dijî van biryaran derkevin û rojnamevanan bigrin."
Divê federasyoneke navnetewî were sazkirin
Heme Emîn destnîşankir ku dewleta tirk ji aleyekî ve qala demokrasî û azadiyan dike, ji aliyê din ve jî helwestên li dijî demokrasiye dike û rojnameyan digire. Emîn diyar kir ku li hemberî van zext û zordariyan divê rexistinek navnetewî ya rojnamevanên kurd hebe û wiha got: "Ji bo ku em karibin li djî zextên bi vî rengî helwesteke mezin û bi bandor nîşan bidin, divê rojnamevanên kurd jî di asta neteweyî û navneteweyî de federasyonek mezin saz bikin."
'Hewldana dewleta tirk li dijî azadiyê ye'
Emîn girtina Nûnerê Azadiya Welat Mehmed Emîn Yildirim jî bibîrxist û diyarkir ku dewleta tirk piştî danûstandina rojnamevanên kurd dest bi girtina rojnamevanên kurd kirîye. Emîn weha dewam kir: "Em bang dikin ku demek zûtirîn ev rojnamevanên kurd ben berdan û peşîya karên rojnamegeriyê wekin û rojnameyan negrin." Emîn da zanîn ku azadîya medya pîvanek giştî ya navnetewî ye û got; "Ev zext û zordarîya dewleta tirk ne rewa ye û ne demokratîk e. Ev zext li dijî demokrasî û azadîya gel e."
DÎHA/HEWLÊR