Burhan Kartal ê 8 sal in bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa H a Erzurumê dimîne, nexweş e û her diçe rewşa wî xera dibe. Kartal ê piştî ket girtîgehê nexweşiyên wek dil, tansiyona bilind, prostat û gurçikan pêre çêbûn, ji bo tedawiyê ji girtîgehê ku birin nexweşxaneyên Enqere, Stenbol û Erzurumê hat gotin ku 40 hezar TL mesrefa emeliyatê jê hatiye xwestin. Parêzer û malbata Kartal nerazîbûn nîşanî vê helwesta rêveberiya girtîgehê û nexweşxaneyê dan û banga hişyariyê li raya giştî kirin. Cedîde Serhat dayika girtiyê nexweş Burhan Kartal got ku rewşa kurê wê her diçe xera dibe û wiha axivî: "Burhan di rastiyê de di girtîgehê de tê êşkencekirin. Li nexweşxaneya li Enqereyê 40 hezar TL mesrefa emeliyetê lê hatiye birîn. Şert û mercên me yên ku em wan pereyan bidin nîn in. Heke tiştek bê serê kurê min berpirsiyar dewlet e. Divê dewlet kurê min tedawî bike."
'Rewşa Kartal giran e'
Parêzer Cemal Demîr ê bi Burhan Kartal re di girtîgehê de axivî diyar kir ku rewşa Kartal dest nade ku di girtîgehê de bimîne û axaftina xwe wiha domand: "Rewşa giştî ya Burhan Kartal ciddî ye. Di dil û kezeba wî de damar xetimîne. Ji bo tedawiyê gelek caran Kartal birin nexweşxaneyên Enqere û Stenbolê. Lê di rewşa wî de tu guhertin çênebû. Divê şert û mercên ku Kartal tedawiyê bibîne bên bicihanîn. Ji vir em ji bo tehliyekirina Kartal banga eleqedarî û piştevaniyê li her kesî dikin."
VEYSEL ŞÎMŞEK/DÎHA/AGIRÎ