
Serokê TUAD'ê parêzer Sînan Zîncîr Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku di rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Zîncîr diyar kir ku dewlet îro jî dixwaze li girtîgehan, girtiyan dîl bigire û li hemberî tecrîda li Îmraliyê jî nerazîbûn nîşan da.
Li ber mirinê dihêlin
Zincîr, balkişand ku ji 413 girtiyên nexweş ên di girtîgehan de tên girtin, 100 girtî li ber mirinê ne û da zanîn ku li gel raporên wan yên Tiba Edlî jî hene, ew nayên serbest berdan. Zincîr got ku 18 girtî ji bo rewşa wan bê lêkolînkirin û bên berdan, biribûn Girtîgeha Metrîsê, lê tenê yek ji van hatiye berdan. Zincîr, bibîrxist ku Saziya Tiba Edlî ji 13 girtiyên nexweş re rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" daye û wiha axivî: "Tu eleqeya van raporan bi zanîstê tuneye. Hikûmeta AKP'ê ku girtiyên nexweş di bin tecrîdê de digire. Ev tê wateya ku wan dibe ber mirinê. Li gel destpêka qonaxa duyemîn ya pêvajoya çareseriye hîn jî hikûmet AKP'ê ji bo girtiyên nexweş tu gav neavêtine. Ji ber vê helwestê em hikûmeta AKP'ê şermezar dikin."
Zîncîr her hewa bal kişand ser rewşa tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî xwest heyetek serbixwe ya bijîjkan biçe Îmraliyê.
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zazanî jî, da zanîn ku ger bê xwestin, girtiyên nexweş yên di Girtîgeha Metrîsê de tên girtin, dikarin li gorî 4'emîn pakêta darizandinê serbest berdin û wiha got: "Ez yek bi yek, bi girtiyên nexweş re axivîm. Yek ji wan jî nikare bi tena serê xwe jiyana xwe ya rojane bidomîne. Em naxwazin rewşa girtiyên nexweş bikin mijara bazarê." Çalakî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.
DÎHA/STENBOL