Kurê wî Mehmet Şerîf Dolek (34) ji bo bavê wî demên xwe yên dawî bi zarokên xwe re derbas bike xwest bê tahliyekirin û got, "Bavê min bêguneh bû û hat girtin. Ewçend emrê wî mezin e û nexweş e ku nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe dwam bike. Eger bavê min neyê berdan, wê il girtîgehê jiyana xwe ji dest bide."


Kalekî bê deng bû

Mehmet Şerîf Dolek da xuyakirin ku bavê wî mirovekî temendirêj û bêdeng bû û got, "Bavê min zilamekî 70 salî bû. Carna, di karê çandinî û xwedîkirinal heywanan ên me pê debara xwe dikir, alîkarî dida me. Ji bilî nekarîbû karekî bike, ji xwe tenduristiya wî jî dest nedida kar bike." Mehmet Şerîf Dolek diyar kir ku rojekê leşkeran avêtin ser gund û bi hinceta ku bavê wî çekê ji rêxistinê re peyda dike kirine binçavan û anî ziman ku wan ti wate nedane vê binçavkirinê. Dolek bûyerên qewimîn wiha vegot: "Di 11'ê Adara 2009'an de avêtin ser mala me. Ji gund bi tenê bavê min kirin binçavan. Bi îdîaya ku bavê min ji bo PKK'ê çek peyda kiriye, 16 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Bavê min pênc sal in girtî ye û hînê heft sal cezayê wî heye."

Têra xwe nake

M. Şerîf Dolek anî ziman ku bavê wî ji pişta xwe ve taqurî bûye, lingê wî yê rastê gelekî werimiye û ji ber temendirêjiyê di organên wî yên hundirîn de gelek nexweşî hene û got, "Bi gopal dikare bimeşe, ji ber rîska felçbûyînê, ji taquriyê emeliyat nabe. Eger alîkariya hevalên wî nebe, nikare bijî. Hemû pêwistiyên wî ji aliyê hevalên wî ve tên tedarikkirin. Eger bavê min neyê berdan, nikare hîn bêtir di şert û mercên girtîgehê de li ber xwe bide, dê jiyana xwe ji dest bide."

Bila bê berdan

Dolek da zanîn ku bavê wî heft salên din nikare li girtîgehê îdare bike, tenduristî û emrê wî rê nade vê yekê û got, "Bi awayekî bê hiqûqî, bê delîl bavê min girtin û bi wî halê xwe yê temendirêj cezayê 16 salan lê hat birîn. Bi vî halê xwe ev pên sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Qet nebe bila ji niha û pê ve rojên xwe yên dawî li gel zarokên xwe derbas bike, cezayê wî yê mayî bila rabe û were berdan.

DIHA/MÊRDÎN