
'Mafê mirovan tê binpêkirin'
Akdag, di serdema ku li bendê bû serbest bê berdan, sewqî Girtîgah Tîpa H a Erziromê hate kirin. Parêzerê Akdag, Hesîn Dursun, anî ziman ku ew li bendê bû ku Akdag serbest bê berdan, lê mafê wî yê tenduristiyê ku pîroz e tune hatiye hesibandin û li şûna serbest bê berdan hatiye sirgûnkirin. Dursun, da zanîn ku muwekîlê wî bi sandalyaya teker tev digere û ne pêkan e ku bi serê xwe bilive. Hesin xwest Akdag serbest bê berdan û sewqkirina wî ya bi rîngê wan dixin nava fikaran.
'Birayê min terkî mirinê dikin'
Birayê Akdag Ramazan Akdag jî bertek nîşanî sirgûnkirina Akdag da û wiha got: "Birayê min ji ber tenduristiya xwe rewşa wî bir xerab e. Bi tena serê xwe nikare pêdiviyê xwe temîn bike. Her ku diçe rewşa wî xerab dibe. Em li bendê bûn ku wî talîye bike. Lê me dît ku ew sirgûn kirin. Ji xwe berê jî li girtîgehên Wan, Bursa, Konya, Bartin, Amed û girtigehên din ma. Berê jî hatibû girtin û ji ber nexweşiya wî hatibûn taliyekirin. Niha birayêmin şandin Erziromê û dîsa terkî mirinê kirin. Em ji ber rewşa birayê xwe bi fikarin in. Em diwazin ku birayê min serbest bê berdan û rayedar li hemberî vê yekê bi hestiyar tev bigerin."
Mehmet Emin Akdag, di sala 1994'an de li Wanê hate binçavkirin û hate girtin. Ji ber îşkenceyê ji sedie 80 felç bû. Ji aliyê Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê rapora "Nikare bi vî halê xwe li girtîgehê bimîne" Li ser vê raporê Di sala 2003'an de li gorî xala 399'an a CMK'ê serbest hate berdan. Akdag, dîsa di 26'e îlona 2009'ande bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin. Di rûniştina 3'ê kanûnê ya 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê" rastî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat.
ZÎVER ÇELÎK- DÎHA/WAN