Ramazan Ozalp di sala 1993'yan de li gundê Xirabeşerefê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê dema ku li mizgeftê nimêj dikir ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û hate girtin. Ozalp pişt re cezayê heta heta girt. Ozalp ji ber tumora di serê wî de derket bi mirinê re têkoşînê dike. Ozalp, 20 salin di girtîgehê de dimîne û par li Girtîgehan Mîdyadê ji nişkave nexweş bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî lêkolînên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê derket holê ku di serê Ozalp de tumor heye. Ozalp ji bo tumora di serê wî de bê girtin emeliyat bû û piştî emeliyatê aliyekî wî felç bû. Piştî emaliyetê di kontrolan de careke din tumor mezin bû û doktoran xwest ku li nexweşxaneyeke rêk û pêk bê emeliyatkirin. Li ser vê yekê Ozalp ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê hate kirin. Birayê Sadik Ozalp, diyar kir ku li wir dermankirina birayê wî nehate kirin û piştî demeke dirêjê dest bi dermankirina wî hate kirin.
Ligel raproa Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê ya "Nexweşî herdemî ye. Bi xwe re seqetî pêk anî. Divê her tim bê dermankirin û şopandin" piştî 3 mehan li Girtîgeha Rihayê bi hinceta îsyan derxist sirgûnî Girtîgehan Amasyayê hate kirin.
Li ser hewildanên malbat û parêzeran raporên Ozalp ên nexweşxaneyê ji Saziya Tipê ya Stenbolê re hatin şandin. Heyetê rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê têrê nedît û xwest ku Ozalp li Stenbolê careke din bê kontrolkirin. Piştî Ozalp li Stenbolê hate kontrolkirin vê carê jî sewqî Girtîgeha Dîlokê hate kirin. Sadik Ozalp, anî ziman ku şuna birayê wî derman bikin her tim sewqî girtîgehên cuda dikin. Ozalp, da zanîn ku sewqîn dikin jî weke wan xwestin dihesibînin û ji ber vê yekê ji birayê wî hezar û 350 TL. pere girtin. Ozalp, bilêv kir ku ew ji jiyana birayê xwe bi guman e û wiha got: "Birayê min 20 salin di girtîgehê de ye û ji ber emeliyata derbas kir felç bû. Birayê min niha di nav cihan de ye lê dîsa jî bi hinceta îsyan derxist sirgûn kirin. Di dema sirgunan de wekî wî ev yekê xwest ji wî hezar û 350 TL. pere girtin. Ez ji jiyana birayê xwe bi guman im. Ez nizanim ka çi dike û çawa dijî."
'Piştî vê yekê berdên dê çi be'
Ozalp, destnîşan kir ku bi birayê wî yê felçî serbest bê berdan ji Serokomar û Wezareta Dadê re daxwazname şandin lê hêj tu bersiv jî wan re nehate dayîn. Ozalp, diyar kir ku birayê wî jî weke girtiyên din terkî mirinê dikin. Ozalp, anî ziman ku ew ji ber dawiya birayê wî weke ya Guler Zere û Nurettîn Soysal bibe bi guman in. Ozalp, xwest ku birayê wî serbest bê berdan û rojên xwe yên dawî di nav zarokên xwe de derbas bike û wiha axivî: "Ji xwe êdî birayê min nîv mirov e. Ma êdî ji vê saetê şûnda berdin dê çi be? Em gelek tiştan naxwazin. Em tenê dixwazin srokên xwe yên dawî di nav malbat û zarokên xwe de derbas bike."
MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK / DÎHA/ŞIRNEX