Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirov li Îranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd Efşîn Suhrabzade ku sirgûnî zindana Mînab a Îranê hatiye kirin, her ku diçe xirabtir dibe. Rêxistina Mafê Mirov ragihand ku Efşîn Suhrabzade bi nexweşiya penceşêra rovî ketiye û pirsgirêkên wî yên tengiya nefesê dewam dikin.
Kete gireva birçîbûnê
Efşîn Suhrabzade beriya bi 8 rojan ji ber ku ti bersivek ji dawxazên wî re nayê dayîn û ji ber rewşa girtîgehê devê xwe dirût û kete gireva birçîbûnê.
Rêxistina Mafê Mirov da zanîn ku rewşa Efşîn qet baş nîne, diverîşe û gelekî bê hal ketiye. Herwiha tansyona wî jî bilind bûye.
Beriya niha jî Rêxistina Efûya Navnetewî bi daxuyaniyekê ji rayedarên Îranê xwestibû ku demekê ji ya din zûtir ji bo başbûna rewşa tenduristiya Efşîn Suhrabzade bikeve nava hewldanan.
25 salan ceza danê
Girtiyê siyasî yê Kurd Efşîn Suhrabzade roja 8’ê Hezîrana 2009’an li nêzî bendava Gavşan a li ser rêya Sine-Kamyaran bi behaneya ku xwestiye ji welat bireve û endamê partiyeke siyasî ya Kurd e, ji aliyê Îtilaatê ve hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna di gîrtîgeha Kamyaran de Suhrabzade veguhestin zindana navendî ya Sine. Ji 2010’an ve ji zindana Sine sirgûnî zindana bajarokê Mînab ê ser bi Hurmuzganê hatiye kirin. Di dadgeheke 10 deqeyî de cezayê 25 salan jê re hat dayîn.
MÎNAB