Li gorî rapora Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, girtiyê siyasî yê Kurd ku ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê ye, Remezan Ehmed Kemal piştî 10 salên girtîgehê 23’ê Gulanê bi balafireke taybet ji aliyê rejîma Îranê ve radestî rejîma Sûriyeyê hatiye kirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku Kemal 18’ê Gulanê ji girtîgehê birine navenda Supay a li derdorî balafirxaneya Xumeynî ya li bajarê Tehranê. Piştre jî 23’ê Gulanê bi balafirekî taybet ji bo radestkirina rejîma Îranê, ew şandine Şamê.

Di êşkenceyên giran re derbas bû

Remezan Ehmed Kemal ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 2008’an li gundên derdora bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Hêzên rejîma Îranê Kemal dema digirin êşkencê lê dikin û ew giran birîndar dibe. Hêzên rejîmê li şûna ku Kemal derman bikin, dibin navenda sîxûriyê û bi êşkenceyê di lêpirsînan re derbas dikin. Hêzên rejîmê Kemal bi sûcê ‘Endamtiya PKK’ê’ sûcdar dikin. Piştî lêpirsîna dûr û dirêj, Kemal ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Xoy ve bi sûcê ‘Endametiya PKK’ê’ tê sûcdarkirin û bi cezayê darvekirinê tê cezakirin. Li ser nerazîbûnan, cezayê darvekirinê yê Kemal hat rakirin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn û ew şandin girtîgeha Qezwînê.

6 caran greva birçînûnê da destpêkirin

Kemal ji bo di girtîgehê de bê dermankirin, bi giştî 6 caran çalakiya greva birçîbûnê dide destpêkirin, lê her carê ev daxwaza wî tê redkirin. Kemal li girtîgehên Makû, Qezwîn, Evîn û Recayîşehr maye. Herî dawî 23’ê Gulanê piştî 10 salên girtîgehê ew radestî rejîma Sûriye hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, welatiyê bi navê Misefa Elî Ehmed ê ji Rojavayê Kurdistanê piştî 11 sal û 6 mehê girtîgehê sala 2016’an ji Girtîgeha Ûrmiye radestî rejîma Sûriyeyê hatibû kirin. 

TEHRAN