Li girtîgehên Tirkiyeyê bi dehan girtî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin û gelek girtî jî ji ber nexweşiyên cuda li ber sînorê mirinê ne. Girtiyên nexweş dixwazin demên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin, lê ev maf ji nedîtî ve tê hiştin. Malbatên girtiyên nexweş jî ji bo heviyên xwe zindî bigirin serî li parêzvanên mafên mirovan didin û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Ji girtiyên nexweş yek jî girtiyê bi navê Latîf Badur e. Badur 20 sal in di girtîgehê de ye û nexweşê pençeşêr, sîroz û bi êşa zirav e.
‘Rewşa wî giran dibe’
Latîf Badur, di sala 1991’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hate binçavkirin û di îşkenceyên giran re derbas bû û hat girtin. Badur bi îdiayên “Endamê Rêxistinê ye”, “Alîkarî û hewandina rêxistinê kir” û “Li ser navê rêxstinê çalakî kir” cezayê girtîgehê girt. Badur, di nava 20 salan de li gelek girtîgehan de ma. Badur ji ber demeke dirêj e di girtîgehê de ye û li gelek cihên ne baş de ma nexweşiya sîrozê girt. Piştre tespîta nexweşiya êşa zirav danîn ser û herî dawî jî teşhîsa pençeşêrê danîn ser. Piştî rewşa Badur giran bû ji Girtîgeha Tîpa M a Midyadê sewgî Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hate kirin. Piştre Badur sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Çukurovayê ya Balcaliyê hate kirin. Badur, dixwaze rojên xwe yên dawî li cem malbata xwe derbas bike. Badur, li nexweşxaneyê di odeya girtiyan de tê dermankirin û roj bi roj ber bi mirinê ve diçe.
Kurê Latîf Badur Ramazan Badur, diyar kir ku bavê wî 20 sal in di girtîgehê de ye û ji ber nexweşiyê sewqî Nexweşxaneya Balcaliyê ya Zanîngeha Çukurovayê hate kirin û di koxuşa girtiyan de tê dermankirin. Badur, anî ziman ku her roj rewşa bavê wî ber bi xirabiyê ve diçe û wiha got: „Ez li vir bang li hemû derdorên bihestiyar dikim. Ez dixwazim cezayê bavê min bê taloqkirin û da ku rojên xwe yên dawî li cem me derbas bike.“ Badur, da zanîn ku wan ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD’a Edeneyê dane.
DÎHA