Ji wan Kurdên Êzîdî 300 kes ku piraniya wan jinên îxtiyar bûn ji Mûsilê anîn gundê Mekkteb Xalid ku qasî 30 kîlometre dûrî bajarê Kerkûke ye. Ew welatî ji aliyê gêrîla û pêşmergeyan ve derbasî cihê bi ewle hatin kirin. Ew welatî daxwaz dikin ku vegerin Şengalê. Kurdên Êzîdî tevî ku di rewşekî ne baş dabûn, ji RojNewsê re axivîn û wiha gotin: “Em ji her kesê daxwez dikin ku xizmên wan yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane bêne rizgarkirin, vegerin cih û warê xwe.” Welatiyên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûne, trajediya ku jiyan anîn ziman.
6 meh in girtî bûn
Dayîka bi navê Xatûn Kolo ku bi temen bû, da zanîn ku ew ji dema Şengal hate dagirkirin û şûnde ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatine revandin û wiha dewam kir: “Em li malê bûn. Dema bi ser malên me de girtin, ji mere gotin em tiştekî bi we nakin . Lê em hemû bi bêbextî girtin û birin. Zarokên me hemu girtin û hemû malbetên me girtin. Ev 6 mehe em li Mûsil û Tilehferê hemû deran gerandin.” Dayîka Xatûn wiha direjî da axaftina xwe: “3’ê bûkên min hebûn, 2 ji wan û ligel 10 zarokên wan birin Sûriyê. Yek ji wan ji duh ve tevî 4 zarokan li gel min bû, ji me qut kirin û birin. 2 kurên min ji di zîndanê de ne.” Dayika Xatûn bang li her kesî kir ku hemû Êzîdiyan ji destê wan kafiran derxînin û wan rizgar bikin.
Malbat hemû girtî ye
Keça bi navê Enhar Elyas ya ji dayîkbûnê seqete axivî û wiha behsa rewşa wan jiyan kirî kir: “Ez ji Koço me û em li wir hatin revandin. Em tevî malbetên me anîne Telehfer, Musil û piştre em anîne vir. Hemû malbata min li wir ma ye, dayîk, xwişk û birayên min li Musil man û ji malbeta min ez tenê li virim.” Enhar Elyas daxwaz kir ku xwişk û birayên wê bêne berdan û wan bibînine. Enhar diyar kir ku ew dixwaze vegere Şengalê.
Bila Kurd bibin yek
Dayika bi navê Xezal Silêman Hesen jî axivî û wiha got: “Ez li malê bûm û bi ser me de girtin. Malbeta min niha hemû di destê wan de ye û kureki min ji di zindanê de ye. Bûkên min û kurên min yên din tevî zarokên xwe di destê wan de ne.” Herwiha kalekî hatî rizgarkirin jî axivî û wiha got: “Temenê min 105 sale. Hêviya min ewe hemû partiyên kurdan bigihin armanca xwe û li her çar parçeyên Kurdistanê yek helwest bin. Em kurd hemû bira ne, destê me yek deste û em hêviyê ji Xwedê dikin Kurdistan bi serbikeve. Heviya min ewe Serok Abdulah Ocalan ji nav zindanê derkeve û were nava şoreşa Kurdistanê.” Gelek dayîk û kalên ku axivîn diyar kirin ku ew bi hêvîne xizmên wan ên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin û vegerin ser axa xwe.
ROJNEWS/KERKÛK