Dewleta Tirk û çeteyên wê, li gel talan û dizîya xelkê Efrînê li gorî saloxdayîna çavkaniyên ji Efrînê, vê carê gorên dîrokî vedikin û tiştên tê de talan dikin.

Welatiyê bi navê H. X yê ji Efrînê ragihand ku Artêşa Tirk û çeteyên wê bi dehan mizgeft û cihê pîroz ên Êzîdî û Misilmanan jî hedef girtine. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha jî gora Nebî Hûrî ya dîrokî ku li navçeya Şera ye talan kirin û tiştên dîrokî yên di gorê de birin. Çeteyan goristana Şehîd Seydo jî xira kirin.

Her wiha gora kesayetên navdar a Kurd Nûrî Dêrsimî ya li Zarata Henanê jî xira kirine.  EFRÎN